LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Berzanî: êrîşa li ser herêmên başûr ji ber hebûna PKK`ê ye

Berzanî: êrîşa li ser herêmên başûr ji ber hebûna PKK`ê ye

NAVENDA NÛÇEYAN- Derbarê bûyerên dawî ya Şêladizê ya girêdayî Duhokê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ya Federal Nêçîrvan Berzanî daxuyaniyek da.

Berzanî piştî civîna Desteya Wezîran a li Hewlêrê civîneke çapemeniyê pêk anî û li ser kuştina 4 sivîlan ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve wiha anî ziman: “Siyaseta me ya Herêma Kurdistanê wiha ye, em bi tu awayî qebûl nakin ji bo ku gef li ewlehiya cîranên me were xwarin, axa me bê bikaranîn.”

Barzanî îdîa kir ya ku rê li ber van felaketan vekiriye PKK ye û wiha dewam kir: “Ev rêxistin bi bikaranîna xaka Kurdistanê dixwazin pirsgirêkê di navbera me û cîranên me de derxin. Bi navê hikumeta Herêma Kurdistanê em vê yekê tu carî qebûl nakin.”

Berzanî gefên li ser gel rewa kir

Barzanî gel sûcdar kir, gefên cezakirinê xwarin û wiha got: “Bêguman maf e ku bêyî têkbirina aramiyê xwepêşandan werin kirin, lê belê em qebûl nakin ku berê xwepêşandanan bê guhertin û şidet were bikaranîn. Ji bo lêkolînkirina rewşê dê ya pêwîst bê kirin. Ji bo bûyerên bi vî rengî careke din neqewimin, em ê bi rengekî cidî li ser bisekinin.”

Barzanî li ser pirseke têkildarî hejmara şehîdan wiha bersiv da: “Mixabin ji ber bombebarana balafirên şer ên Tirk hin welatiyên me şehîd bûn.” lê Barzanî hejmara şehîd û birîndaran eşkere nekir.

Barzanî bi van gotinan hewl da êrîşên artêşa Tirk a dagirker rewa bike: “Ev şehadet ne ji ber bombekirina gundan e, ji ber bombekirina herêmên PKK lê ye.”

Her wiha Barzanî li ser dewleta Tirk ku kiryarê êrîşê ye, tu nerazîbûn nîşan nedan.

27.01.2019

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً