LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Rêzeteqîn ji Minbic heta Washintonê bandor kir

Rêzeteqîn ji Minbic heta Washintonê bandor kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Piştî daxuyaniyên dawî bi taybet ên ku serokê Amerîka Dunald Trump derbarê xwe vekişandina hêzên Amerîkî ji xaka Sûriyê û herêmên weke bakur û Rojhilata Sûriyê da, herêm derbas qonaxeke nû bû. hemû belgeyên li qadê hatin lihevxistin, yek ji encamên dawî jî rêzeteqînên herêmê bûn.

Di çerçoveya guhertinên dawî piştî biryara xwe vekişandina hêzên Amerîkî ji Sûriyê hemû hêzên li ser erdê û di nava Kiwalisyona NY de ketin tevger û panîkê ku ev biryar ji kuve derket û bi taybet di vê demê de. heta dewletên mîna Tirkiyê û Îran bi xwe jî matmayî ji vê yekê man. Lê di herêmê de bûyerên nû û xwedî bandorbûyîneke mezin li ser vê biryarê qewimîn, ew jî rêzeteqînên ku hêzên Kiwalisyonê tê de têne armancgirtin.

Piştî heşt salan ji şoreşa Sûriyê û aramiya ku di herêmên bakur û rojhilata Sûriyê de xuya dibû û ber bi tunekirina terorê yekemîn di cîhanê de pêvejo diçû, teqînên xwedî stratejîk di herêmê de hejandinek ava kir, qewimîn. Teqînên ku di herêma Minbicê de ya ku dikeve bakurê rojhilata parêzgeha Helebê ku di encam de 3 serbendên Amerîkî jiyana xwe ji dest dan û herî dawî teqîna ku li herêma Şedadê ya ku dikeve başûrê bajarê Hesekê ku di encama vê de jî erebeyek teqemeniyê xwe di ya hêzên Kiwalisyonê de teqandin û her wekî din teqînên ku li parêzgeha Latqiyê û paytexta Sûriyê Şamê de jî çêbûne didin xuyakirin ku pêvejoyek nû di herêmê de tê afirandin.

Kî berpirsê teqînan e??

Weke şêwaz xuya dibe ku komên radîkal ev teqîn pêk anîne mîna DAIŞ`ê. Ev yek jî bi awayekî fermî ji hêla DAIŞ`ê ve hate eşkerkirin ku ev teqîn wan pêk aniye. Lê tiştê ku bala mirovan dikşîne ew e ku di demên teng û li cihên xwedî stratejî ev teqîn hatin kirin, çi li herêmên di bin serweriya rêvebiriya Xweser dibe û çi li herêmên rêjîma Sûriyê de be.

Li gorî çavdêriya ku hatiye kirin û analîzên ku ji pir siyasetmedar û analîzvanan derketiye tê belîkirin ku bi perspektîvên Tirkî ev teqîn di vê demê de qewimîn. Ew jî bi riya têkîliyên wê yên xurt bi terorên DAIŞ`ê re.

Bi vê yekê xuya dibe ku destên sereke di van teqînan de ya Tirkan e bi pratîkirina DAIŞ`ê ye. lê ne tenê ji vê yekê dewleta Tirk wê sûdê werbigre, nayê jibîrkirin jî ku pir aliyên navdewletî erê nekirin li ser daxwaza xwe vekişandina Amerîka ji herêmê. Tê wateya ku dibe destên hêzên navdewletî jî tê de hebin.

Sedemên ku dihêlin ev êrîş berdewam bin çi ne?

Bê guman hin welat hene li pey van teqînan e û berjewendiyên xwe di nava van teqînan de pêk tîne, wek ku me di paragrafên jor de anî ziman dewleta Tirk ji sereke welatên ku fayde ji vê yekê digire, lê pirs ew e ku çima Tirkiyê vê yekê dixwaze û çima di vê demê de?

Hemû welatên hegemon ku di Sûriyê de xwe bi cih kirine, wê faydeyan ji van teqînan bigrin, lê weke hêza DAIŞ bi taybet fayde jê nagire, ji ber ku eger teqînên wiha bêne çêkirin û hêzên kiwalisyonê weke armanc bêne girtin, buhaneya NY wê mezintir bibe da ku bi awayekî hişktir wan tune bike û êrîşên giran bi ser wan ve bîne.

 Lê weke xalek din jî mirov dikare bîne ser ziman ku Tirkiyê di vê demê de hewil da hin şaneyên xwe derbas herêma Minbicê bike, di heman dema ku şane dihatin nîqaşkirin dewleta ev teqîn pêk anîn. Dewleta Tirk bi awayekî pilankirî û xwedî bingehek xurt ev teqîn di herêmê de kirin. Ev wê ji bo Tirkiyê bibe buhane ku bixwaze derbas herêmê bibe ji ber ku ewlehî tê de nîne, lê di bingeh de jî ew bi xwe pilanameya vê yekê xêz kiriye û xiste piratîkê de.

Bandora êrîşên li ser hêzên Kiwalisyonê çi ne?

Di rastiya biryara vekişandina Amerîka de girêdayî siyaseta wê ya hundirîn e. her wiha girêdayî programa hilbijartina Trump e. wek ku tê zanîn jî Donald Trump bi awayekî raste rast xema siyaseta derve ya Amerîka nexwe, ji ber wê ev biryar ji bo wî pir hêsan hate derxistin. Di çerçoveya derketina hêzên Kiwalisyonê jî ji herêma bakur û rojhilata Firatê ve ji bo siyaseta derve ya Amerîka wê bibe wek derbeyekê, lê ji bo programa Trump wê bibe serkeftinek.

Bi hewildana Tirkiyê ku van teqînan pêk bîne, li ser wê qulibî. Amerîka tu hêzeke din li Sûriyê li şûna xwe qebûl nake, bi taybet hêzeke wek Tirkiyê ku dizane alîgir û desteka DAIŞ a yekemîn e. di encama vê yekê de jî zext û fişar li Amerîka çêbûn, ji ber wê hebûna xwe bi çend bargehên li Tinifê îzah kir.

(Ciwan Baran)

28.01.2019

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً