*Hêzên Rizgariya Efrînê li bajarokê Mare yê Helebê li hêzên dagirker ên Tirk xistin. Di encamê de herî kêm 5 çete hatin kuştin.
*Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan diyar kir, pêvajoya ku jê re Şerê Sêyemîn ê Cîhanê tê gotin di asta herî bilind de ye û got, liv û tevgear leşkerî û dîplomatîk gelekî zêde û xurt e. Kalkan anî ziman, pêvajoya heyî neşibe şerê cîhanê yên sedsala 20’an jî, ji aliyê îdeolojîk-siyasî ve ji Yekemîn û Duyemîn Şerê Cîhanê girantir e û hîn bi tevger e.
*Berpirsê Pêwendiyên Dîplomatîk ên TEV-DEMê, Aldar Xelîl îro li bajarê Amûdê di daxuyaniyekê de ragihand, bi cîbicîkirina rêkevtina Edenê, Tirkiye dixwaze pêwendiyên xwe bi Sûriyê re asayî bike. Xelîl derbarê damzrandina navçeya aram de jî got, divê ew navçeya aram di jêr serpireştiya civaka navdewletî de be.
* Endamê şanda Opozisyona Sûriyê, Qasim El-Xetîb ku di heman demê de serkirdeyekî tevgera Teyar El-Xed e, ragihand, wan di hevdîtina îro de pêşeroja rojhilatê Firatê û rewşa Efrînê ligel nûneratiya ENKSê gotûbêj kiriye. El-Xetîb got: “Encûmena Niştîmanî ya kurdî beşeke serekî ji opozisyûna Sûriyê ye, armanca me ji vê serdanê ewe ku em piştevanoya wan bikin, herwiha ew piştevaniya me bikin.
* Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû li ser hevdîtina vê dawiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi Mehmet Ocalan re agahî da û got, “Rêber Apo ji birayê xwe re got, ‘Hûn jî, her kes jî mîna min tecrîdkirî ne. Ji ber vê yekê tiştekî nikarim bêjim. Tu yê tenê bêjî ku tenduristiya min baş e’
*Serokwekîlê Koma HDP’ê Ayhan Bîlgen diyar kir ku Erdogan bi zimanê xwe yê tehdîtkar dixwaze mûxalefetê bide tirsandin lê gel ew ê li hemberî gefên Erdogan stûyê xwe xwar neke.
*Leyla Guven ku 89 roj in di greva birçîbûnê de ye, pirsgirêkên giran ên tenduristiyê lê der bûne. Nema dikare bi tena serê xwe bimeşe, êşa mîdeyê lê giran bûye û bi zehmetî avê vedixwe. Hişyarî tê dayin ku rewşeke neyînî dikare rû bide.
*Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan derbarê HDPê de got: “HDP yeksane bi PKKê, yeksane bi YPG/PYDê. Ti wateya wê yekê tine ku em mijarê bibin vî alî yan wî alî. Rastî li holê ye. Jixwe serkirdeyên wan jî vê dibêjin.”
*Serokomarê Iraqê Berhem Salih bersiva daxuyaniya serokê DYA’yê Donald Trump a “Em ê hêzên xwe di Iraqê de bihêlin, ji bo ku çavdêriya Îranê bikin” da û wiha got: “Trump erêkirina Bexdayê nexwestiye.”
*Alîkarê serokê Parlimana Iraqê gotinên serokomarê Amerîkayê derbarê mayîna çekdarên amerîkî li Iraqê şermezar kir û li ser pêwîstiya derketina herî zû ya wan pêgirî kir.
*Li hevdîtina navbera Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê û serokwezîrê vî welatî, du aliyan derbarê baştirkirina pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê û pêkanîna rêforman li Iraqê gotûbêj kirin.
*Li êrîşa têrorîstî ya li ser karwana ziyaretkirên îranî li parêzgeha Selahedînê li bakurê Iraqê, kesek hate kuştin û 9 kes jî birîndar bûn.
*Endamê şanda Desteya Danûstandkar a Opozîsyona Sûriyê û endamê Emîndariya Giştî ya Teyar El-Xed “Şepêla Pêşeroj” a Sûriyê Qasim El-Xetîb aşkere kir, projeya vegera Pêşmergeyên Roj bo Rojavayê Kurdistanê heye.
* Endamekî Polîtburoya YNKê dibêje: “Cîgirê rêkeftinê ji bo PDK û YNK her rêkeftin e.” Berpirsekî PDKê jî dibêje ku keş û hewaya sêşemê dê biryar bide ku “PDK û YNK çi qas dikarin li hember hev a bibin”.
*Alîkarê hevahengkir ê Artêşa Komara Îslamî ya Îranê, Emîr deryadar Hebîbullah Seyarî wiha got: Îran bi qasekê şiyana xwe ya Pêşîlêgirtinê xurt dike ku tu dijminek nekare êrîşî ser welêt bike.
*Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê ji ber êrişa têrorîstan a ser otobusa zîyaretkerên îranî li şarê Beled ê Iraqê ku di encamê de çend îranî hatin kuştin û birîndar bûn, ew karê hovane û nemirovane şermezar kir.
*Qefleyeke Şîayên ji Îranê dema ku ji serdana mekanên xwe yên pîroz vedigeriyan, bi bombeyan êrîşî otobusa wan hate kirin. Di êrîşê de kesek mir û 7 kes jî birîndar bûn.
*Serokomarê Vinêzoêlayê (Nicolás Maduro) moleta Yekîtiya Ewropayê jibo lidarxistina hilbijartina berwext a serokomartiyê ya vî welatî ku Duşemiyê bi dawî dibe, nepejirand.
*Îsraîlê dest bi proseya tundkirina sînorê xwe yê li gel kerta Xezzeyê kiriye, û di vê çarçoveyê de, berbesteke bi dirêjiya sînorê navbera Îsraîl û Xezzeyê li ser sînor tê danîn.
*Li Brukselê civîna wezîran a dewletên erebî û Ewropayê dê pêk were, dê mijara sereke jî lihevhatina dewletên erebî bi Sûriyê re be.
04.02.2019
Rojev24