LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / ENKS hevkariya Artêşa Niştîmanî ji bo derbasbûna Rojhilatê Firatê erê kir

ENKS hevkariya Artêşa Niştîmanî ji bo derbasbûna Rojhilatê Firatê erê kir

NAVEDNA NÛÇEYAN- Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) daxuyaniyek derbarê hevdîtinên Encûmenê û danûsitandinên dawiyê  yên gera wan li Herêma Kurdistanê bi Masûd Barzanî û kolasiyona bi opozisyonê re belav kir.

ENKS ê di daxuyaniyê de eşkere kiriye ku derbarê pirojeyên ku ji bo herêmên kurdî li Rojhilatê çemê Firatê bi giştî , hîn danustandinên wê pirojeyê û herêma ewleh ne xuya û zelal in, ji bo vê yekê Encûmen dê kar bi aliyên navdewletî û navnetewî re bike û ji wan sereke Tirkiye da ku desthilatê li rojhilatê Firatê bi riyên siyasî qezenc bike.

Di nava daxuyaniya ENKS de hate destnîşan kirin ku beşdarbûyên di civînê divê her pirojeyek ji parastinê herêmê tê pişniyarkirin dibin siya parastina navdewletî de be, û rêveberiyek hevbeş leşkerî û siyasî li kêlek pêkhateyên din hebe tê de ENKSê rolek berz bilîze û rola hêzên pêşmergeyên roj bi ektîv di parastina gel û herêmên kurdî de hebe. Li kêleka vê ENKS dê bi opozisyona Sûriye li kêleka ASA ango artêşa Niştîmanî parastina heremên Kurdî hevbeş bike.

04.02.2019

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً