LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / AKP û MHP ji bo hilbijartinan li hev kirin

AKP û MHP ji bo hilbijartinan li hev kirin

NAVENDA NÛÇEYAN-Plan û nexşerêya Partiya (AKP) û Partiya (MHP) di hilbijartinan de li ser Bakûrê Kurdistanê eşkere bû. Dê herdu Partî li dijî HDP hevkariye bikin û dengan ji bo AKP kom bikin.

Zêdetirî meh û nîv e ji hilbijartinên şaredariyan ên Tirkiyê re maye lê xebat û çalakiyên hilbijartinan di nav partiyên Tirkiyê de ji mêj ve dest pê kirine. Yek ji herêmên ku pêşbirek tund li ser heye, Bakûrê Kurdistanê ye. Yek ji partiyên ku dixwaze dengên Bakûriyan bi dest bîne, partiya deshilat AKP ye.

AKP vê carê bi MHPê re itîfaqek bi navê “Itîfaqa Cumhûrê” pêk aniye û dixwaze bi vê yekê pêla Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) daxe. Ji ber ku di piraniya hilbijartinan de li gelek bajarên Bakûr yekem bûye.

Roja 6 vê mehê, Serokê AKPê û Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê MHPê Devlet Bahçelî, ku di heman demê de serokên Itîfaqa Cumhûrê ne jî, li ser hilbijartinan civiyan.

Rojnameya Star ya Tirkiyê, ku nêzîkî AKPê ye, li ser naveroka wê hevdîtinê ragihandiye, di hevdîtina Erdogan û Bahçelî de yek ji mijarên ku hatibû axaftin, plan û xebata wan partiyan li herêma “Rojhilat û Başûrê Rojhilat” (Bakûrê Kurdistanê) bû.

Li gorî rapora Starê, Erdogan û Bahçelî li ser wê yekê li hev kirine ku li bajarên Diyarbekir, Dêrsim, Qers, Mêrdîn, Sêrt, Batman, Şirnex, Colemêrg, Mûş, Wan, Agirî û Îdirê, ku HDP di hilbijartinên berê de yekem bûye, HDPê tengav bikin.

Li gorî wê planê, li bajarên Qers û Îdirê ku MHP bihêz e alîgir û endamên AKPê dengên xwe bidin namzedên MHPê, li bajarên Diyarbekir, Dêrsim, Mêrdîn, Sêrt, Batman, Şirnex, Colemêrg, Mûş û Wanê jî endam û alîgirên MHPê dengên xwe bidin namzedên AKPê.

Hatiye tekez kirin ku xebatek taybet ê Partiya AKP ji bo hilbijartinan li dijî Kurdan di partiya HDP de heye.

09.02.2019

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً