NAVENDA NÛÇEYAN-Tevî itîfaqa bê çek a herêma Idlibê di navbera Rûsya û Tiriye de, li wê heremê rewşek ne aram tê jiyan kirin ku ji aliyê dewleta Tirk û rêjîma Sûriye ve amadekarî û êrîşek eger tê pêşpînî kirin.
Herêma bê çek a ku di navbera Rûsya û Tikriye de ji bo Idlibê di 17 Îlona 2018 an de di civîna Sotşiyê hatibû ragihandin qet ne diyar e, li gorî çavkaniyan li wê heremê rojane kuştin û pevçûn hene, ev yek ji aliyekê rêjîma Sûriye dike û ji aliyê din رe komên çete ên Tirkiye dikin.
Du navçeyên Idlibê li Sûriyê bi sedema bombardumanên tund ên Artêşa Sûriyê di du mehên borî de weke bajarê wêran hatin destnîşankirin. Biryar bû herdû navçeyên Toh û Cercenaz di nava wan navçeyan de bin ku li Sotşî lihevhatin li ser wan hat kirin ku bê çek bin, lê tevî vê yekê jî artêşa Sûriyê ji dema du mehan ve dest bi bomberdumana herdû navçeyan kiriye, di encamê de bi dehan kesên sivîl canê xwe ji dest dane û bi hezaran mal wêran bûne û ziyaneke mezin gihiştiye wan. Her weha bi deh hezar malbat ji herdû navçeyan koçber bûne û xwe gihandine kampên nêzîkî sînorê Tirkiyê ku di encama wê de ji sedî 80 ew navçe vala bûne.
Ji aliyekî din ve dewleta Tirk a ku soz dabû wê heremê di dema ku jêre hatiye diyar kirin ji çeteyên Heyet Tehrîr Elşam (Cebhet elnusra berê) paqij bike û wan bê çek bike, li ser heremên di bin kontrola dewleta Sûriye de êrîş dike û di encama wê de gelek sivîl jiyana xwe ji dest didin.
Hêjayî bi bîrxistinê ye ku Wezareta Derve ya Rûsyayê di 18 Çileyê de ragihandibû ku ji sedî 70 Cebhet Elnusra Idlib xistiye bin serweriya xwe de û ev yek tê wateya ku Sotşî binpê dike.
09.02.2019
Rojev24