LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Ji bîlançoya dawî ya Efrînê, ji sedî 15 Kurd lê mane

Ji bîlançoya dawî ya Efrînê, ji sedî 15 Kurd lê mane

Artêşa Tirk û çeteyên wê ji destpêka ku Efrîn, dagir kirine, zêdeyî 3 hezar sivîl ji şêniyên Efrîn ku praniya wan jin, zarok û kalepîr in revandin. Li gorî Navenda Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyê ji 18’ê Adarê ve 350 hezar Kurd bi darê zorê ji Efrînê hatine derxistin. Ew tê wateya ku Tirkiye siyaseta guhertina demografîk di radeyeke bilind de dimeşîne. Rêjaya Kurdan li Efrînê ji sedî 90 bû. Lê nihe ji ber bicihkirina malbatan ji gundewarên Şam, Hims û Deraayê li Efrînê, ev rêja tenê ji sedî 15 maye. Tevî koçberkirinê, navên navend, kolan û navên giştî hatine guhertin. Hate zanîn ku ji destpêka dagirkeriya dewleta Tirk de hezar û 500 koçber lê hatine bi cih kirin.

Ji aliyê xwe de Senatorê Amerîkî Thomas Garrett di civînekê de destnîşan kir ku navê nexweşxaneya Efrînê bi zimanên erebî û kurdî hatibû nivîsandin, lê niha tenê bi zimanê tirkî hatiye nivîsandin. Wêrankirina peykerê Kawayê Hesinkar ku li gel Kurdan sembola berxwedanê ye, siyaseta Tirkiyê ya qirker îsbat dike. Li gel wê jî artêşa Tirk revandina sivîlan didomîne. Bi hezaran sivîl hatine revandin û ti agahî der barê wan de nehatine bidestxistin.

Di nav meha borî de jî li gorî zanyariyên ku hatine kom kirin, hate tekez kirin ku di nava meha çile de 65 sivîl ku ji wan 3 Jin in hatine revandin. Her weha 12 gund bi zext hatine vala kirin. Di heman demê de 35 hezar û 720 dar tevî berhema wan hatiye talan kirin

Revandin

Di 26.12.2018 an de Çavkaniyekî ji Efrînê diyar kir ku çete û leşkerê artêşa Tirk li gundê Hesê yê girêdayî bajarê Efrînê girtin ser malên sivîlan. Di sergirtinê de Henîfe Mihemed (80), Fatma Silêman (58) û Bavê Rêzan (70) hatin revandin û ber bi cihekî ne diyar ve  birin.

-Çeteyên artêşa Tirk, gundê Kefer Rûmê yê navçeya Şera dorpêç kir, Ji ber ku çeteyên Tirk her tim bi ser malan de digirin û gel direvîne, piraniya şêniyên gund neçar mane ku ji gundê xwe derkevin. Di encama serdegirtina malên gundiyan de 12 sivîl hatin revandin û navên hindek ji wan wiha ye: Ehmed Hemîd, her du bira Ednan û Mihemed Misto, Mihemed Cafo û jina temen mezin Dinya Xanim. Çeteyan kesên ku revandin îşkence lê kirine û hindek ji wan jî piştî 100 hezar lîreyên Sûriyê bertîlê berdane. Lê piştî demeke kin dîsa ew revandine.

-Welatiyê bi navê Qehreman Reşo beriya mehekê li Efrînê tevî 6 sivîlên din ji gundên Kokana Jêrîn û Kokana Jorîn, di nav de jinek, hatin revandin.

-Di 22.12.2018 an de Ciwanên bi navên Ceger Hisên Abdullah û Ehmed Mehmûd Îgcî yên ji gundê Dimliya yê navçeya Racoyê ji meha Adara 2018`an ve hatine revandin û heta niha çarenûsa wan ne diyar e, tevî ku erebeya bavê Ceger hatiye dizîn.

Li gundê Til Silûr ê navçeya Cendirêsê keça bi navê Cîhan Ehmed ji beriya 2 mehan ve hatiye revandin. Luqman Mihemed bîn Kemal (38), ciwanê bi navê Semîr Mihemed bîn Fayiq û ciwanê bi navê Mihemed Şehade bîn Ehem ên ji pêkhateyên Ereb ji meha Adara 2018`an ve hatine revandin û heta niha çarenûsa wan ne diyar e.

Ciwanê bi navê Elî Hemîdî bîn Remedan ê ji pêkhateya Ereb û ji gundê Til Silûr, beriya çend mehan hatiye revandin û çarenûsa wî heta niha jî ne diyar e.

çeteyan welatiyê bi navê Murad Xelîl ê ji gundê Kefer Sefre yê navçeya Cindirêsê beriya çend mehan revand û heta niha tu agahî der barê wî de tune ne.

Rûken Mistefa ya ji gundê Ciwêq ê girêdayî navenda Efrînê, Mihemd Tewfîq Osman ji gundê Kefer Cenê yê navçeya Şera, Ehmed Seydo Şêxor ji gundê Kîla yê navçeya Raco û Seydo Beyrem ji gundê Kîla ku bavê 3 zaroka ye, di sala borî de hatine revandin

Di 13.01.2019 an de Çeteyên Sultan Silêman Şah (El-Emşat) ên girêdayî artêşa Tirk, 3 sivîl ji navçeya Şiyê ya girêdayî Efrînê revandin. Heta niha jî çarenûsa wan ne diyar e. Navên kesên ku hatin revandin bi dest xistin. Kesên hatine revandin ev in; Ehmed Mihemed Kelo (27), Welîd Mihemed Cûcû (24) û Mihemed Osman Koçer (36).

Işkence û qetil kirin

Şêniyê bi navê Mihemed Reşîd Henîf Ehmed (45) ji malbata Zengel e û ji gundê Qurnê yên navçeya Bilbilê ye. Kargeha xwe ya guvaştina zeytûnan li gundê Qestel Miqdad hebû. Çeteyên dewleta Tirk ew li ber kargeha wî gulebaran kir, Mihemed hat qetilkirin û kesekî nasnameya wî nehat zanîn jî hat birîndarkirin.

Çeteyan bi ser mala welatiyê bi navê Faris li taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê de girt, îşkence li wî kirin û milkên wî talan kirin. Faris jî ji şêniyên gundê Meimila yê girêdayî herêma Raco ye.

Di 08.01.2019 an de Ciwanê bi navê Mihemed Emîn Birîm (26) ji beriya çend mehan hatiye revandin. Malbata wî bi hemû awayî dixwaze çarenûsa kurê xwe nas bike. Piştî çend mehan çeteyan agahî da malbata wî ku cenazeyê kurê xwe ji navendek wan bigrin. Her wiha çavkaniyê destnîşan kir ku encamên êşkenceya hovane li ser laşê Mihemed diyar bû.

Teqîn

Di 24. 12.2018 an de Çavkaniyên ji hundirê bajarê Efrînê ragihandin ku li taxa El-Mehmûdiyê li nêzî avahiya berê ya gumrikê teqîneke mezin pêk hatiye.

Teqîneke mezin li taxa Mehmûdiyê ya navenda bajarê Efrînê pêk hat. Çavkaniyan diyar kirin ku teqîn bi erebeyeke bombebarkirî li nêzî parkekê rû da. Ji ber teqînê kuştî û birîndar çêbûn.

Di 28.01.2019 an de Li gorî agahiyên ku hatin bidestixistin li Efrînê nêzî salona Jîn a navenda bajêr teqînek pêk hat.

Di 28.01.2019 an de Çavkaniyan diyar kir ku di encama teqînê de kuştî û birîndar hene. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin li ser rêya Cindirêsê ya bajarê Efrînê mayînek bi terektoreke çandiniyê ve teqiya. Ji ber teqînê du kesên li terektorê siwar bibûn jiyana xwe ji dest dan.

Guhertina Demografî û Etnîkî

Di hefteya dawîn de 40 sivîl ji Erfînê hatine revandin, hindek ji wan ji gundê Kurzêlê yê li nêzî bajarê Efrînê ne. Piraniya rewşên revandinê bi armanca şantajkirinê û girtina fîdyeyan pêk tên.

Di 08.01.2019 an de Artêşa Tirk di mehên dawîn ên sala 2018`an de bi dehan şêniyên Efrînê yên ji gundê Qestel Cendo, Baflon, Şêxurzê, Barafa, Ereb Wêran, Omera, Omer Simo, Seir Yincik, Diraqleya, Ebîdan, Cema û Mersawa yên navçeya Şera û Bilbilê neçarî koçberiyê kirine.

Dagikeran zêdeyî hezar û 500 malbatên ji Xûta, Dûma, gundewarên Helebê, Hemayê û herêmên din ên Sûriyê li navenda navçeya Bilbilê bi cih kirin. Her wiha 360 malbat li gundê Meydan Ekbes ê navçeya Raco û 300 malbat li navçeya Mabata bi cih kirine. Dagirkeran ji malbatên ku ew di malên şêniyên Efrînê de bi cih kirine xwest ku ji malan dernekevin.

Di 25.01.2019 an de Bi nêzîkbûna hilbijartinên Tirkiyê re ku 31`ê Adarê dê werin lidarxistin û ji ber Erdogan û partiya xwe di nava gel de paşde ketine, çavkaniyên ji Efrînê diyar kir ku artêşa Tirk û çeteyên wê nasnameyan li şêniyên Efrînê ferz dikin da ku dengên wan qezenc bikin.

Dizî, talan kirin û rûxandin

Çeteyan kargeheke guvaştina zeytûnan (Kargeha Şêx Hisên a berê) ya li ser rêya Kitix Dormiye talan kir. Çeteyan nêzî hezar û 500 tenekeyên zeyta zeytûnan dizîn, karkerên di kargehê de girtin, li wan dan û ew li cihekî dûr ku nêzî gundê Kela yê navçeya Raco ye, hiştin. Ji ber wê xwediyê kargehê Mihemed Elî Sîno yê ji gundê Qentera kargeha xwe girt û gelek pere dan da ku alavên xwe ji destê dizan derxe.

Çeteyan berhemên nêzî 20 hezar darên zeytûnan ên şêniyên gundê Afraz, Kobe, Şêx Kîla, Siyoya û Heyat ên navçea Mabata dizîn û darên li wê derê bi awayekî hovane qut kirin. Her wiha berhemên nêzî 6 hezar darên zeytûnan ku ên 20 malbatan li gundê Dimliya dizîn. Çeteyan nêzî 110 tenekeyên zeyta zeytûnan ên welatiyê bi navê Tewfîq Henan ê ji gundê Koran dizîn û mala wî jî talan kirin.

Di 08.01.2019 an de Dewleta Tirk bi rêya meclisên ku li herêmê erkdar kiriye, ew şêniyên ku belgeyên malên wan tunebin, malan ji wan distînin. Wan neçarî koçberiyê dikin. Di beramberî cih û zeviyên wan pereyan jê distînin. Ji aliyekî din ve jî çete cotkaran neçar dikin ku li ser peymanên ku zeviyên xwe li beramberî pereyên kêm bidin malbatên çeteyan îmze dikin. Dîsa bi heman şêweyî dikan û cihên kar bi zorê bi pereyek kêm ji wan distînin.

Di 25.01.2019 an de Çeteyên bi navê “Firqet El-Hemzat” ên girêdayî artêşa Tirk, li gundê Qudê bi dehan tenekeyên zeyta zeytûnan (nêzî 70 teneke) dizîn.

Çeteyên dewleta Tirk 300 darên zeytûnan li gundê El-Hemam ê li ser sînor ên girêdayî parêzerê bi navê Ebas Ehmed qut kirin, darên temendirêj ên malbata Abdulhemîd Zîbar ê ji gundê Mamela yê navçeya Mabata jî qut kirin.

Çeteyan tevahiya amûrên avahiya rêveberiya bendavê, kompîtur, pencere, jenerator û gelek alavên din talan kirin û belgeyên wê şewitandin. Her wiha çeteyan hemû tiştên ku di depoya navendî de ji parçeyên guhertinê heta depoyên sotemeniyê û alavên xiratayê dizîn.

Çeteyan derdora 8 erebe û alavên xizmetguzariyê yên girêdayî şîrketa kanalê avê, îstasyonên Gemrûk, Birc Ebdalo, Til Tewîl, Cûmkê û Bablîtê talan kirin.

Çeteyên Tirk li gundê Meimila yê girêdayî herêma Raco, zêdetirî 3 hezar darên zeytûnan talan kirine. Ji wan hezar dar yên welatiyê bi navê Ehmed Mihemed Oso û 2 hezar dar jî yên malbata Cafer in. Tevî wê jî çeteyan hilberîna 4 hezar û 500 daran li ser rêya giştî ya Efrîn-Cindirêsê yên welatiyê bi navê Beşîr Meimo talan kirine.

Li gundê Qêsim ê girêdayî navçeya Racoyê, 100 darên zeytûnan ên welatiyê bi navê Şaban Dîko û 150 darên welatiyê bi navê Umer Mistefa Îsmaîl hatine talankirin. Ji aliyekî din ve çeteyan li deşta Kitix-Bedîna stûnên toreya telefonê û îstasyona trênê ya Kitixê ya dîrokî talan kiriye. Îstasyona trênê ya Kitixê, di sala 1912’an de ji aliyê şîrketeke Almanî ve ji bo dirêjkirina xeta tirênê ya Rojhilat El-Serîi hatibû avakirin.

Di 31.01.2019 an de Li navçeya Şêrawa çeteyên El-Hemzat ên girêdayî artêşa Tirk bi ser mala şeniyê bi navê Mihemed Ehmed Xidir ê ji gundê Basûtê yê navçeya Şêrawa de girt. Çeteyan erebeya Xidir dizî.

Di çarçoveya siyaseta guhertina demografiya Efrînê de artêşa Tirk û çeteyên wê goristanên misilman, êzidî û elewiyan talan kirin û gorên wan xirab kirin. Heta amûrên şûştina miriyan ên ku ji madeya sifirê hatine çêkirin, talan kirin. Her wiha çeteyan bi zanabûn şehîdgeha (Seydo li gundê Keferserfê, Refîq li gundê Meydankê, Avesta li Keferşîlê) wêran kirin û kevirên goran, ên ku bi kurdî li ser hatine nivîsandin, şikandin. Gorên kesê bi navê Beşîr Mihemed li navçeya Cindirêsê, gora jina bi navê Sewliyê Ebdo Mistefa li gundê Meimila yê girêdayî herêma Recoyê, gora jina bi navê Zelûx Xelîl Ibrahîm li gundê Qirt Qilaqê li navçeya Şiyê rûxandin.

Li gorî agahiyên ku ji kantonê tên, çeteyan ji bo derxistina parçeyên dîrokî û talankirina wê 2 girên nêzî gundê Gemrûkê bi treksan dikolin.

Nakokiyên Komên Çete

Di 19.01.2019 an de Li herêma Sînaayê şer di navbera çeteyên Ceyş El-Îslam û çeteyên Ehrar El-Şam ên girêdayî dagirkeriya Tirkiyê derket. Derbarê şer de agahî nehatin bidestxistin.

Di 04.01.2019 an de Çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam piştî şerê di navbera wan û komên çeteyên dewleta Tirk de gundê Qîle yê navçeya Cindirêsê xist bin dagirkeriya xwe de.

Nakokiyên di navbera çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra ya berê) û çeteyên Nûredîn El-Zinkî, Ehrar El-Şerqiye û çeteyên din ên dewleta Tirk  li Idlibê û Daret Eze yên gundewarên rojavayê Helebê de zêde dibin û di encama şerên dijwar de zirarên zêde gihîştin gundewarên kantona Efrînê. Li gorî çavkaniyan çeteyên Cebhet El-Nusra gundê Qîle yê navçeya Cindirêsê dagir kir û piştî şerê çend saetan ji bin dagirkeriya çeteyên Nûredîn El-Zinkî derxistin. Li bajarokê Etme, gundê Selwa û Qîle yên di navbera parêzgeha Idlib û Efrînê de, di navbera çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam û çeteyên Nûredîn El-Zinkî de şerên dijwar çêbûn.

Di 26.01.2019 an de Gundê Qîle dikeve navbera gundê Şadîra, Îsak û Xezawiyê. Nêzî bajarokê Celemê yê navçeya Cindirêsê ye û 3 kîlometreyan dikeve rojhilatê navenda navçeya Cindirêsê. Çavkaniyekî xwicehî ji bajarê Efrînê diyar kir ku di giraniya şer li nêzî çarxerêya Kawayê Hesinkar rû dide. Çavkaniyan diyar kirin hin komên çete hebûna çeteyên koma “Ehrar El-Şerqiyê” li Efrînê qebûl nakin û daxwaza derketina wan kirin.

Gund kirine baregehên leşkerî:

Artêşa Tirk malên şêniyan li çeteyên xwe belav dikin. Piştî wê bi dehan malên din veguherandine baregehên leşkerî. Ji wan, malek a welatiyê bi navê Ednan Bîlal ê ji gundê Qudê yê girêdayî navçeya Racoyê ye û niha jî çeteyên Firqet El-Hemzat di malê de bi cih bûne. Her wiha çeteyan tevahiya milkên şêniyên gund ji amûrên malan bigire heya alavên çandiniyê û amûrên kehrebeyê talan kirine.

Artêşa Tirk û çeteyên wê şêniyên gundê Çiya (El-Cebeliye) ya li ser sînor ê girêdayî navçeya Racoyê neçarî koçberiyê kirin. Gund wek baregeheke leşkerî bi kar tînin. Artêşa Tirk a dagirker piştî ku 20 hektar ji erdên derdora gund rakirin, gelek tank panzêr û çekên giran li gund bi cih kirin. Zêdetirî 2 hezar û 500 darên tirî, 500 darên zeytûnan û bi dehan darên din birîn.

15.02.2019

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً