LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Komên çekdar ji operasyona li ser Idlibê metirsîdar in

Komên çekdar ji operasyona li ser Idlibê metirsîdar in

NAVENDA NÛÇEYAN-Lûtkeya Soçî di navbera, serokên Rûsya, Îran û Tirkiyê de bi dawî hat. Lê vê carê jî hersê aliyên garantorên Astanayê nekarîn li ser rewşa aloz a Idlibê lihev bikin, dê danûstandinên wan li ser çarenivîsa wî bajarî berdewam bin.

Lûtkeya Soçî di navbera, serokên Rûsya, Îran û Tirkiyê de bi daîw hat. Hersê welatan ragihandin, Sûrî tenê li gel Moskow, Tehran û Enqerê dikare bighêje çareseriya qeyrana li wî welatî û ti rêyeke din li pêşiya wan nîne.

Di dawiya civîna Lûtkeya Soşî de hersê welatên Rûsya, Tirkiye û Îranê daxuyaniyeke hevbeş îmze kirin, ku paşê di konferanseke rojnamevanî de ji aliyê Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ve hate xwendin. 

Serokê Rûsyayê, Vladimir Putîn ragihand: “Nerîna me ya hevbeş ew e ku divê Sûrî bi tenê ligel me biryarê li ser siberoja welatê xwe bide. Rêyên din ji bo çareseriya Sûriyê tune ne, ji vê nerînê ve bi taybetî me proseya siyasî ya navxwe ya Sûriyê gutûbêj kir. Yekxistina hêzên me dibe sedema bilezkirina avakirina komîteya nivîsandina destûra nû yê Sûriyê ku erkê me orgenîzekirin û avakirina komara bê ya Erebî ya Sûriyê dibe”.

Çareserkirina rewşa aloz a Idlibê bi dirêjiya qeyrana Sûriyê, yek ji xalên herî cuda û nakok di navbera Rûsya û Tirkiyê de bûye, vê carê jî herdu aliyan nekarîn li ser rewşa Idlibê li hev bikin û tenê ragihandin ku ew dê berdewamiyê bidin gotûbêjên derbarê Idlibê de.

Serokomarê Tirkiyê, Recep Tayyip Erdogan jî amaje bi rewşa Idlibê kir û got: “Pirsa Idlibê û agirbest li seranserî Sûriyê ji mijarên giring û karên me yên herî li pêş bû. Me bi giringî ve behsa giringî û hestyariya rewşa Idlibê kiriye. Di heyama 8 salên bihorî de xelkê Idlibê gelek êş û azar û îşeknce dîtine û baceke gelek giran dane”. 

Ruhanî di vê derbarê de got: “Aramanca me ya hevbeş rûbirûbûna terorê û vegerandina aramiyê ji bo Sûriyê, nivîsandina destûrekî nû, cêgîrbûna hikûmeteke demokrat li wî welatî, vegerandina koçberan û avakirina Sûriyê ye”.

Li kêleka lidarxistina vê lutkeyê de, li gorî agahiyên ku ji nava komên çekdar ên li Idlibê hatiye girtin, ew ji operasyonek a rêjîma Sîriye û Rûsya li ser wê heremê metirsîdarin.

 Ev civîna li Soçiy, çaremîn civîna lûtke di navbera hersê welatan garantor di krîza Sûriyê de bû. Tevî birêveçûna wan civînan, hêj gelek babet di navbera wan welatan de bi hilawîstî û neçareserkirî mane.

15.02.2019

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً