LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Mesrûr Barzanî û Hulusi Akar li Almanya civiyan

Mesrûr Barzanî û Hulusi Akar li Almanya civiyan

NAVENDA NÛÇEYAN-Mesrûr Barzanî û Wezîrê Bergîriyê yê Tirkiyê civiyan û di wê civînê de herdû aliyan behsa rewşa navçeyê û pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Tirkiyê kirin.

Roja 16 Sibatê li bajarê Munichê yê Almanya û di çarçoveya Kongreya Munich a Asayişê, Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di dirêjahiya hevdîtinê xwe de ligel Wezîrê Bergîriyê yê Tirkiyê Hulusi Akar civiya.

Di wê hevdîtinê de Hukusi Akar pîrozbahî li Mesrûr Barzanî kir ji ber berbijêrbûna wî ji bo kursiyê serokatiya hikûmeta nû ya Kurdistanê û hêviya serkeftinê jê re xwest.

Her di wê hevdîtinê de bihêzkirina pêwendiyên Tirkiyê û Herêma Kurdistanê û Iraqê di hemû waran de û nexasim di warê abûrî de, hatin gotûbêjkirin.

Herwiha herdû aliyan behsa rewşa navçeyê û pirsên ku li cem herdû aliyan girîng in, kirin.

17.02.2019

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً