LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Dewleta Tirk û DAIŞ ji tevlîbûn û destek heta perspektîvan (1)

Dewleta Tirk û DAIŞ ji tevlîbûn û destek heta perspektîvan (1)

NAVENDA NÛÇEYAN-Çeteyên DAIŞ’ê yê bi navê Oguzhan Emre ê Tirk, desteka Tirkiyê ji bo DAIŞ`ê eşkere kir û wiha got; “DAIŞ`ê ji me xwest ku di van rojan de em ji Babê derkevin, lê tiştek wekî din negot. Ne ez tenê, bi sedan malbatên din jî tevî çekên giran em derketin û me berê xwe da herêmên Reqa û El-Meyadînê. Piştî ku em derketin, yekser dewleta Tirk derbasî herêmê bû.

Çeteyê DAIŞ’ê Oguzhan Emre di sala 1974`an de li Enqerê ji dayik dibe. Oguzhan Emre li Enqereyê di şîrketekê de wek Muhasib kar dike. Emre di sala 2014`an de, dema diçû mizgeftê, bi rêya hevalên xwe û koma ku ji aliyê Kamîl Nuhoglu ve dihate birêvebirin û ji bo tevlêbûna nava DAIŞ`ê kar li Enqereyê dikir, fikra rêxistina DAIŞ`ê ya terorê nas kir.

Li Enqereyê koma propagandayê ya DAIŞ’ê heye

Ev koma terorîst bi serkêşiya Kamîl Nuhoglu ku Tirk e û ji Enqereyê ye, karê xwe dike. Nuhoglu pirtûkxaneyeke xwe li navçeya Sîncan a Enqereyê heye.

Ev kom li tevahiya Enqereyê û bi taybet li mizgeftan û pirtûkxaneyan propagandaya DAIŞ`ê dike da ku hejmareke mezin ji ciwanan tev li çeteyên DAIŞ`ê bibin. Di heman demê de, ev kom karê derbasbûna kesên biyanî yên tev li DAIŞ`ê dibin, li Sûriyê dike.

Oguzhan Emre bi rêya wê tev li DAIŞ`ê dibe. Emre agahiyê dide Kamîl Nuhoglu ku ew ê tev li DAIŞ`ê bibe. Ew jî erebeyekê ji Emre re bi rê dike da ku ew tevî hevjîna xwe û 5 zarokên xwe ji Enqereyê berê xwe bidin Dîlokê.

Piştî ku Oguzhan Emre tevî malbata xwe digihîje Dîlokê, yekser erebeya xwe diguhere û ji wir bi awayekî eşkere li ser sînor bi destûra leşkerên artêşa Tirk, derbasî bajarê Babê yê Sûriyê dibe û tev li DAIŞ`ê dibe. Li Babê, çeteyê bi navê Oguzhan Emre di nexweşxaneyeke çeteyên DAIŞ`ê de dest bi kar dike.

Çeteyê DAIŞ’ê piştgiriya dewleta Tirk ji bo DAIŞ`ê vedibêje

Çete Ozguzhan Emre der barê alîkariya dewleta Tirk ji bo DAIŞ`ê de ev tişt anî ziman: “Hemû dermanên li hemû navendên tenduristî û firoşgehên dermanan ên di bin serweriya DAIŞ`ê de, ji aliyê Tirkiyê ve hatibûn çêkirin û şandin. Destekdayîna Tirkiyê ji bo DAIŞ`ê bi awayekî veşartî pêk dihat. Ne pêkan bû ku kes vê mijarê nîqaş bike, ji ber ku dawiya wê bi hinceta sîxurî yan jî hincetên din kuştin e yan jî serjêkirin e.”

Senaryoya Babê ya radestkirinê di navbera DAIŞ û dewleta Tirk de!

Roja 24`ê Tebaxa 2016`an, dewleta Tirk a dagirker li dijî hebûna çeteyên DAIŞ`ê li herêmên Cerablus, Bab û Ezazê, propagandayeke mezin li ser çapemeniyê dest pê kir. Lê beriya ku artêşa Tirk a dagirker bikeve nava tevgerê, çeteyên DAIŞ`ê xwe amade dikir ku ji herêmên navborî derkevin û wan herêman radestî artêşa Tirk bikin. Piştî ku DAIŞ`ê berê xwe da herêmên Tebqa û Reqayê angu piştî valakirina herêmê, artêşa Tirk û çeteyên wê derbasî herêmê bûn. Dagirkeriya Tirk tevî çeteyên wê, ji bo propagandaya li ser çapemeniyê, çend gule û top avêtin.

Beriya derbasbûna Tirkiyê em ji nava Babê derketin’

Dema ku lihevkirin di navbera dewleta Tirk û DAIŞ`ê de çêbû da ku DAIŞ ji herêmê derkeve, çeteyê bi navê Oguzhan Emre tevî malbata xwe ji Babê derket û berê xwe da Tebqayê. Emre têkildarî vê yekê wiha got: “DAIŞ`ê ji me xwest ku di van rojan de em ji Babê derkevin, lê tiştek wekî din negot. Ne ez tenê, bi sedan malbatên din jî tevî çekên giran em derketin û me berê xwe da herêmên Reqa û El-Meyadînê. Piştî ku em derketin, yekser dewleta Tirk derbasî herêmê bû. Wê demê min nas kir ku lihevkirin di navbera DAIŞ û dewleta Tirk de heye.”

Çete di dawiyê de xwe radestî QSD`ê kir

Piştî ku QSD`ê pêngava rizgarkirina Tebqayê ragihand, çeteyê bi navê Oguzhan Emre tevî malbata xwe, berê xwe dide herêma El-Meyadîn a Dêrazorê. Piştî ku rejîma Sûriyê wê herêmê topbaran dike, çete ji El-Meyadîn berê xwe dide bejahiya Hecînê, di dawiya sala 2018`an de tevî malbata xwe radestî Hêzên Sûriya Demokratîk dibe.

(AZAD SEFO – NEJBÎR OSMAN)

23.02.2019

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً