NAVENDA NÛÇEYAN-Di van demên dawî de nakokiyên ber bi çav di nava partiya Yekîtî de derketin. Nakokiyên wan ji berê de hene, lê her diçe kûrtir dibe, ev yek jî bi sedema ku hinek ji alîgirên partiyê dixwazin koman di hundir partî de ava bikin. lê ev gav ji hêla serkêşiyên wan ve hate red kirin.
Çavkaniyên taybet ji partiya Yekîtî ve nêz ji me re dan zanîn ku pirsgirêkên cidî li navenda Qamişlo di navbera avakerên partiyê û Ibrahîm Biro de derketin holê. Ev nakokî jî di dîroka 21-22 Cotmeha 2018`an di kongreya dawî ya partiya Yekîtî ya ku di sa`et 1 û nîvê di danê êvarê de hatibû lidarxistin, derket.
Hin çavkaniyên ji partiyê ve nêz diyar kirine ku ev nakokî gihîştine asteke jor de, bi taybet piştî ku li ser kesayeta Ibrahîm Biro rexne hatin. Çavkanî ji me re diyar kir ku ev nakokî zêde bûne ji ber ku Ibrahîm Biro ji bo berjewendiya xwe kar dikir, ne ji bo berjewendiyên partiyê.
Çavkanî zelal kir û got di nava partiyê de dibêjin ku Ibrahîm Biro ne di cihê munasb de ye, her wiha derketina li ser televizyonê tim di asta kesayetekî de dimîne, ev yek bû cihê aciziyê li gel avakerê partiyê. Her wiha çavkanî li ser zimanê avakerên partiyê got ku ev yek rê li ber perçebûyînê di nava partiyê de vedike.
Hêjayî gotinê ye ku ev nakokî bû sedema ku hin kom girêdayî Ibrahîm Biro derbikevin di nava partiyê de. Ev kom jî bi awayekî tundî hatin redkirin ji hêla berpirsên partiya Yekîtî ve û xwestin ku hin kar bêne kirin da ku ev pêkenok raweste. Her wiha weke encama dawî jî ji erka sikretêrê partiya Yekîtî ya Sûriyê hate rakirin û tenê erka wî di çerçoveya têkîliyên diplomasî ya Encumana Niştîmanî ya Kurdên Sûriyê ENKS de ma.
27.02.2019
Rojev24