NAVENDA NÛÇEYAN-Karwanê koçberên Sûriye yên ji Lubnanê vedgerin Sûriye rastî girtinê ji aliyê hêzên rêjîma Sûriye ve tên ku di nava karwanê dawî de ku ji 1300 kesî ve pêk dihat, 400 ciwan hatin girtin.
Koçberên Sûriyê yên li Lubnanê, bi rêya otobusan vedigerin welatê xwe, karwanê otobusan 1300 koçberan hildigire, bi serperiştiya hêzên ewlekariya Lubnanê hatiye rêkirin, herwiha li gor tîmên peywendîdar bi proseya vegerê, li Sûriyê jî pêşwazî li van koçberan tê kirin. Hate zanîn ku 400 ciwanên ku di nava kerwan de bûn ji aliyê rêjîma Sûrî ve hatin girtin.
Li gorî hêzên ewlekariyê piraniyên koçberên ku vegeriya ne xelkê Hums û Helebê ne.
Çavkniyek ji nava wî karwanî bi navê (A.S) ragihandin ku dema ew gihiştin xaka Sûriye rastî kontrolkirinê hatin. Çavkanî wiha got: Dema em gihiştin hêzên ewlekariya rêjîmê kaxez û cilên me kontrol kirin, her weha yên ku leşkertî ne kiribûn ji wan dixwest ku li aliyekî din rawestin, ji dervey sivîlên din ku ber bi qadên xwe de diçûn.
Çavkanî di berdewamiya axaftina xwe de got: Hejmara me pir zêde bû, lê dema hêzên ewlekariye me kirin beş, beşê ku leşkertî nekirinbûn di cih de wan derbasî aliyekî din kirin, û dema hemû nav xelas bûn ew sewqaî cihekî cudatir kirin.
Çavkanî tekez kir ku hejmara ciwanên ku hatin girtin bi qasî 400 ciwanî bûn.
Karwanê duyem ê koçberên Sûriyê, ku ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Lubnanê di vê salê de bo vegerê tê birêxistin. Li gor berpirsên ewlekariya Lubnanê di sala 2018an de 110 hezar koçberên Sûrî ji Lubnanê vegeriyane welatê xwe, herwiha li gor hikûmeta Lubnanê nêzîkî yek milyon û 500 hezar koçberên Sûrî li wî welatî hene, ku mana wan jî nakokiyên zêde di navbera aliyên siyasî de li Lubnanê çêkiriye.
Hêjayî bi bîr xistinê ye ku di dema dawî de bi itîfaqên ku rêjîma Sûrî wekî sererast kirin dike, gelek ciwanên ku ji koçberiyê ji heremên Lubnan, Tikrî û Urdin vegeriya ne rastî girtinê tên ku hejmara wan bûye bi hezaran.
02.03.2019
Rojev24