LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Îşareta Elziyab Elremadiye li Awusturya hate qedexe kirin

Îşareta Elziyab Elremadiye li Awusturya hate qedexe kirin

NAVENDA NÛÇEYAN-Di çarçoveya ‘Yasaya Nîşaneyan’ li Awusturya, desteşana Gurê Boz (Elziyab elremediye ) jî ku Partiya MHP’ê bikar tîne li wî welatî hate qedexekirin. Qedexeya wan hêmayan îro destpê dike.

Li Awusturyayê, di çarçoveya ‘Yasaya Nîşaneyan’ a ku di çarçoveya ‘têkoşîna li dijî tûnd û tûjî û îslama polîtîk’ de gellek desteşan û sembolên kom û grûpên cuda qedexe dikir, hate berfirehkirin.

Li gor sererastkirina nû ya vê yasayê, kesên ku desteşana gurê boz bikin, dê bi 4 hezar Euroyî bêne cezakirin û eger vê desteşanê dûbare bikin, dê bi 10 hezar Euro yan jî 6 hefte zindanê bêne cezakirin.

Awustralyayê di 2015an de, bi mebesta pêşîlêgirtina propagandaya DAIŞ û El Qaîdeyê, ‘Yasaya Nîşaneyan’ di çarçoveya ‘tekoşîna li dijî tûnd û tûjî û îslama polîtîk’ de pesend kiribû.

Piştî ku çarçoveya vê yasayê hate berfrehkirin, gellek sembol û desteşanên din jî ketin nav yên qedexekirî.

02.03.2019

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً