LEZGÎN
الرئيسية / Jin / Rêxistina DAIŞ şaneyên Jin bikartîne

Rêxistina DAIŞ şaneyên Jin bikartîne

HESEKÊ-Piştî têkçûna rêxistina terorîst a DAIŞ’ê li heremên Sûriye, ku niha di bêrîka dawî ya Dêra zorê li Baxozê de di nava çargoşeya 700 m de hatiye dorpêç kirin, gelek rêbazên tevlîheviya di nava heremê de bikartîne, yek ji wan rêbazan ku jinan bikartîne.

Rêxistina teror a DAIŞ nefesa xwe ya dawî li tevhiya Rojhilata Navîn di aliyê serweriya leşkerî de dikşîne, di rûbariya biçûk a li Baxozê de tengav bûye û niha li wê heremê şer û pevçûn di navbera DAIŞ û hêzên QSD de derketine. Li gorî agahiyên ku hatine bidest xistin li heremên bakur û rojhilatê Sûriye DAIŞ gelek jin şandiye ku ew jin derbasî nava hêzên leşkerî dibin û çalakiyên kuştin û tesfiye kirinê dikin.

Li gorî agahiyan hate zanîn ku jina bi navê Yisra mihemed mixlif (22) ku bi xwe hemwelatiya Dêra zorê ye û ji eşîreya Egêdat e ji aliyê çeteyên DAIŞ ve ji heremên QSD re hatiye şandin da ku prpoganda DAIŞ bike û tevlîbûna di nava refên DAIŞ de çêke her weha da ku çalakiyên tevlîheviyê li heremê bike.

Jina ku ji aliyê DAIŞ ve hatiye birêxistin kirin Yisra derbarê erka wê ya di nava DAIŞ de û çawa hatiye birêxistin kirin, ev agahî dan:” Kesekî bi navê Hemze Elbexdadî bi min re axivî û ji min re got ku divê tu di nava hêzên ekersî de çalakiyên kuştinê bike û emê beramberî wê malbata te biparêzin.”

Yisra di berdewamiya axaftina xwe de got ez mecbûr bûm ku ez werim nava hêzên eskerî da ku ez malabata xwe biparêzim.

Li gorî saziyên peywendîdar dema ku dizanin Yisra ajana DAIŞ e, ji aliyê hêzên QSD ve tê girtin û di lêpirsîna hêzên QSD re derbas bû.

DAIŞ da ku hebûna xwe ya li rojhilata Navîn berdewan bike gelek jin birêxistin kirin ku ji wan hejmarek zêde ji Iraqê hene, ew jin ji bo heremên rizgarkirî û niha di bin serweriya hêzên QSD de têne şandin.

05.03.2019

Rojev24

شاهد أيضاً

Rûsya û Turkiye li ser Idlibê û Bakurê Sûriye negihştin formekê

NAVENDA NÛÇEYAN- Hikûmeta Rûsyayê ragihand, ew razî nînin Turkiye “herêma aram” ya ku li nav …

اترك تعليقاً