LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Feysel Yûsiv: Amerîka piştî hevdîtina me ya bi Jeffry re me hişyar kir

Feysel Yûsiv: Amerîka piştî hevdîtina me ya bi Jeffry re me hişyar kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Feysel Yûsuf derbarê hevdîtina şandeyek ji desteya ENKS`ê bi Nûnerê taybet ê Amerîka li Sûriyê Jeems Jeffry re hin agahî parve kir û got ku ew ji bo pêşeroja Sûriye nîqaş kirine.

Sekreterya Partiya Çeksazî ya Kurdî li Sûriye di nava ENKS ê de Feysel Yûsuf derbarê hevdîtina wan a bi nûnertiya Hevpeymana navdewletî re li herêma Kurdistanê bi riya peywendiyeke telîfonî dateyên wê hevdîtinê derbarê nerînên ENKS û herêma bi ewle ji me re eşkere kir.

Rêveberê ENKS Feysel Yûsiv di destpêka axaftina xwe de got ku ez û komek ji hevalên xwe derbasî Başûr bûne û bi Nûnerê taybet ê Amerîka li Sûriyê Jeems Jeffry re hevdîtinek pêk anîne. Yîsiv derbarê naveroka wê hevdîtinê de amaje bi wê yek kir û got: “Di hevdîtinê de me di derbarê herêmên bi ewle de nêrînên xwe bi Jeffry re parve kirine. “Me bi birêz Jeffry re di hevdîtinê de anî ziman ku bila yê herêmê  birêve bibe gel be. Bila Pêşmergeyên Roj vegerin û li kêleka wan gel jî bên bicihkirin, bila li ser herêma bakur û rojhilatê Sûriyê asîman ji balafiran bê qedexekirin û Jeffry nêrînên me bi erênî pêşwazî kir”.

Ji aliyê hevpeymanê ve ji bo ENKS hişyarî hebûn,  Jeems Jeffry ev hişyariya xwe anî ziman “Her tim emê li vê herêmê bin, Jeffry got: Me xwest ku hûn derfetên heyî baş bi kar bînin”

“Bi şertê ku Amarîka bibe navbênkar, em amade ne bi PYD re bicivin“

Feysel Yûsuf da xuyakirin ku di hevdîtinê de Jeffry ji wan xwestiye ku bi PYD`ê re diyalogê bi pêş bixin. Wekî bersiv Yûsiv got: Bi şertê ku hêzeke navdewletî weke Amarîka bibe navbênkar, em amade ne ku bi PYD`ê re dest bi danûstandinê bikin.Ev jî ji aliyê hevpeymanê ve bi bersiva ku ewê roleke bi banodr bilîzin hate pêşwazî kirin.

Di berdewamiya hevdîtina bi Jeffry re Feysel Yûsuf ev agahî parve kirin: ” sedemên ku Hevpeyman bi me re ketine diyalogê ew e ku têkîliyên me yên erênî û xurt bi Tirkiyê re hene. Armanca wan a sereke razîkirina Tirkiyê ye, ji ber em bi Tirkiyê re li başûr tev geriyane, her wiha di Rojava de jî em nêzî berjewendiyên Tirkiyê nebûne, ji ber zanebûna van sedeman bi me re danûstandinan bi pêş dixin.

Ji bo navbênkariya me û PYD`ê her wiha hatina pêşmergeyan, Yûsiv dest nîşan kir ku Jeffry zêde germ nêz nebûye. Aniye ziman “ku tenê em dixwazin ku şert û mercên diyalogê ji bo we bidin ava kirin. Di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku ev diyalog ji bo we derfetek e, li gorî sê meh berê PYD`ê lewaz ketiye. Her wiha têkîliyên me bi PYD`ê re tenê di çerçoveya leşkerî de ye”.

Nêrînên Jeffry derbarê vekişandina leşkerên Amaerîkî ji Rojava her wiha ji bo pêvejoya dema pêş û planên wan de ev anî ziman: “Di hebûna 200 an 2 hezar leşkerên Amaerîkî li herêmê ti cudahî tune ye, ji ber ku hebûna Rûsiya û Îranê li vê herêmê tekez wê qebûl nekin”.

Rêveberê ENKS Feysel Yûsiv di dawiya axaftinên xwe de anî ziman ku “wan hevdîtinên xwe wek raporek bi Berzanî re jî parve kirine”   

 08.03.2019

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً