LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / ‘Divê endamên DAIŞ li Reqa werin darizandin’

‘Divê endamên DAIŞ li Reqa werin darizandin’

NAVENDA NÛÇEYAN- Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan di bernameya Ulkeden a Medya Haberê derbarê rewşa çeteyên DAIŞ’ê li Bakurê Sûriye nirxand û got bila DAIŞ’î li Reqayê werin darizandin.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan li ser darizandina çeteyên DAÎŞ’ê got, “Niha têk çûne. Çawa ku dema faşîzma Hîtler têk çû ji bo rûmeta mirovahiyê, ji bo nirxên mirovahiyê û edaletê darizandina faşîzme hate kirin, ji bo DAÎŞ’yan jî divê heman tişt bê kirin. Berpirsyarî ne tenê li ser milê QSD’ê ye. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji xwe berpirsyariya xwe bi cih anî. Niha hemû teslîmî wan bûne, di destê wan de ne. Wê çi bi wan bike? Divê her kes bi berpirsyarî rabe, hêzên koalîsyonê berpirsyariya xwe bi cih bînin, mirovahî bi berpirsyarî rabe. Li Reqayê divê dadgeheke edaletê bê avakirin ku vê çetetiya faşîst a li Rojhilata Navîn, ku faşîzma AKP-MHP’ê jî di nav de ye, darizîne.

Kalkan destnîşan kir, ya girîng ew e ku bar li ser milê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi tenê neyê hiştin, divê bar were parvekirin û got, “Pêwîste faşîzm bê darizandin. Çawa ku li meydana şer hatin têkbirin, divê edalet jî biryarê li ser sûcdaran bide, wan mehkûm bike. Wekî din, ji bo islahkirina yên hatine mehkûmkirin jî divê her kes bi berpirsyarî rabe.

12.03.2019

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً