LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Bi belge-Jinên DAIŞ’ê hewila serhildanê dikin

Bi belge-Jinên DAIŞ’ê hewila serhildanê dikin

Di nava rêxistina terorîst a DAIŞ`ê de li kêleka tevlîkirina mêran, Jin jî di hedefa vê rêxistinê de bûn. Ev jin di riyên cur be cur de hatin tevlîkirin û xapandin. Ev jin wekî amûrekî hatin bikaranîn, ev jin di nava axaftinê xwe de asta bê mirovahî û heqareta li ser Jinan di nava DAIŞ`ê de tînin ziman.

Di riya tevlîkirina van jinan de, DAIŞ bi rêbazê ku ew dikarin cîhadê bikin û ew mislman in û divê ji bo xwedê îbadetê bikin hatin tevlî kirin. Di nava DAIŞ`ê de ev jin bi zihniyeta ku lazime hûn xizmeta Ola Îslamî bikin û ev jî di riya xizmeta serçeteyên DAIŞ de pêk tînin da avakirin. Di jinan de xîtabî jina oldar, bi aqil û girtî dikin ku bikaribin van jinan di nava refên DAIŞ de birêxstin bikin. Li ser îfadeyên gelek jinên ku ji welatên Fransa, Elmanya û Rûsya berê xwe dabûn Sûriye gotin ku ew bi gotinên ku hûnê jî cîhadê bikin û hûn xwedî mafbin hatin xapandin û ew niha rastiya vê rêxistinê nas dikin û ew jî di riya jiyana ku li ser wan hatibû ferz kirin de tê.

Rewşa Jinan di nava DAIŞ`ê de çawa ?

Di nava vê rêxstinê de li gorî daneyên ku hatine girtin û çîrokên bi hezaran jinan hate diyar kirin ku keç di temenê xwe yê 9 salî de hatine zewcandin û ew bi navê zewac elnîkah tên bi kar anîn û ew jin bi çarçefa reş tên veşartin. Ev yek di serdemeke çawa de tê feriz kirin. Her weha ku ev jin kêmasî dikirin her ku lêdan û cezakirin zêde dibû. Keçên Êzîdî revandin ê ku xwe vaşartibûn ji ber DAIŞ wan tawanbar dikrin û dikirn hedef û di hatin firotin ji DAIŞ’yan re ji bo moralê wan xurt bibe û karibin cîhadê bikin. Di aliyekî din de jinên Êzîdî diyar kirin ku ew xulamên cinsî bûn, dema wan ji malbatên wan hatine girtin.

Rewşa Jin piştî têkçûna leşkerî ya DAIŞ wê çawa be?

Lê belê di nava DAIŞ de jin tenê ne ji bo zewacê an jî firotinê hate bikaranîn, lê ev jin ji bo hemû bercewendiyên zihniyeta DAIŞ û armancên wê hatin birêxistin kirin. Her çiqase ji destpêka avakirina DAIŞ û serweriya wê li gelek hereman navê tabûr û tevgerên Jin di nava refên wê de derneket pêş lê ev yek di çarçoveyek teng de û agahiyên ne piştrastkirî de ma. Lewra di nava şopandina vê rêxistinê de û piştî têkçûna wê li bêrîka dawî li Baxozê hate eşkere kirin ku vê carê DAIŞ jinên ku amade kiribû xiste dewrê û perspektîv da wan ku derbasî hereman bibin û di bin zextê de ew jin bi çalakiyên teqîn û tesfiyekirinê rabin.

Li gorî daneyên dawî hate zanîn ku jina bi navê Yisra mihemed mixlif (22) ku bi xwe hemwelatiya Dêra zorê ye û ji eşîreya Egêdat e ji aliyê çeteyên DAIŞ ve ji heremên QSD re hatiye şandin da ku propoganda DAIŞ bike û tevlîbûna di nava refên DAIŞ de çêke her weha da ku çalakiyên tevlîheviyê li heremê bike.

Di Kampa Hol de rewşa Jinan

Di kampa bi navê Hol li kantona Hesekê li bakurê Sûriye ku hejmara malbatên DAIŞ gihiştiye 73 hezarî, li vê kampê pir buyerên xeter çêdibin û ji wan jî fikrê radîkal yê wan jina ye. Di riya daxuyaniya aliyên peywendîdar di hundir kampê de hate zelal kirin ku kontrola li ser van jinan zehmet e ji ber ku temsîla ramanên DAIŞ dikin û amaje bi wê yekê kir ku welatên navdewletî û heremî xwedî li hemwelatiyên xwe derkevin.

Li gorî agahiyên ku ji nava wê kampê derdikevin hate eşkere kirin ku jin di aliyê perwerdehiya zarokên xwe de li ser fikra DAIŞ didin meşandin û ji aliyekî din de ew jin zextekê li ser hêzên parastinê dikin da ku hevjînên wan ên DAIŞ ku bi xwe serçete ne ji aliyê hêzên QSD ve werin berdan.

DAIŞ di riya zexta ku dike hewil dide ji nava wê kampa nav borî derkeve û şebekeya DAIŞ cardî xurt bike taybet li welatên Ewropa û di riya tora civakî de xwe bighîne endamên xwe yên ku reviyane. Di riya danustandineke di navbera jinekî DAIŞ li Holê û endamekî DAIŞ de hewildana derketina wan jinan kiriye û ew li ser tevlîheviya li heremê germ kiriye.

(Jînda Hesen)

Rojev24

شاهد أيضاً

Rûsya û Turkiye li ser Idlibê û Bakurê Sûriye negihştin formekê

NAVENDA NÛÇEYAN- Hikûmeta Rûsyayê ragihand, ew razî nînin Turkiye “herêma aram” ya ku li nav …

اترك تعليقاً