LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Di desthilata muxaberata rêjîma Sûriye de çi dibe? (2)

Di desthilata muxaberata rêjîma Sûriye de çi dibe? (2)

HESEKÊ-Di nava desthilata muxaberatê de çi dibe, di parta duyemîn ji çawaniya bikaranîna serbendên cîhaza ewlekariya rêjîma Sûriye li parêzgeha Hesekê ji keçên zanîngehê re di nava karê bê exlaqiyê de. her wiha bi bijîşkan re tensîqên xwe ku dikin ji bo ku wan vegerînin weke berê emê nas bikin.

Di berdewamiya dosya di derbarê şebekeyên girêdayî Rêjîma Sûriyê yên ku bi riya kirîz û gendeliyê dixwazin di nava parêzgehê de xwestekên xwe yên xirab û bê exalq pêk bînin. Bi awayekî taybet di derbarê vê mijarê de di nava wan şebekeyan de û agahî ji nava cîhazên wan ên ewlekariyê bi dest xistin hate kirin.

Veguhestina keçan ji malên taybet re û wêne ji wan re kişandin:

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, hin diyalogên taybet li ser WhatsApp`ê bi dest me ketin. Ev diyalog jî di navbera yek berpirsê beşa Ewlekariya Siyasî li parêzgeha Hesekê yê bi navê Serbend Ehmed ElElî ye. Ev kes ji pêkhateya Elewî ye li ser beşa leşkerkirinê di nava ewlekariya siyasî de ye. Di navbera Ehmed ElElî û keça bi navê (R E) de ya ku di zanîngehê de dixwîne têkîlî li pêş ket, ev yek bû sedema gefxwarinê û bikaranîna R E ji hêla serbend Ehmed ve. Bi behaneya zewaca Irfî ya ku bê destûra malbatê ye şagirta bi navê (R E) dihate gefkirin, ev deyrdeya zewaca Irfî jî di nava zanîngeha Hesekê de belav bûye û weke çandekê di nav xwendekar û serbendên Rêjîma Sûrî de hatiye rûnişkandin û di asta jor de tê kirin. Di encama van gefan de ew şagirt tevî malbata xwe direvin herêmên di bin serweriya Rêveberiya xweser de.

Diyaloga ku di navbera Serbend û wê şagirtê de derket di çerçoveya xwestina Ehmed ElElî jêre bû ku biçe birînkariyekê ji bo xwe çêbike da ku vegere wek berê, piştî ku ev serbend sozên derxistina babetên wê li ser çar salan da. Keça R E bi xwe jî di beşa zagonsazî di zanîngeha ElFurat de li Hesekê dixwîne. Da ku fermiyetek ji bo têkîliya wan a cinsî bê dayîn zewac în, lê ev gav jî bê zanabûna malbatê bû.

(R.E) ku di riya peywendiyeke taybet me xwe gihandê got: “Min ew di destpêka zanîngehê de nas kir, di wê demê de bi awayekî rojane dihate zanîngehê û bê bedel xizmet ji xwendekaran re dikir. Piştre têkiliya me gihîşt asta ku me bibe malekê di (taxa Qudat) de, ev tax jî tenê di çerçoveya karê bê exlaqî de tê naskirin. Di wê demê de têkiliya me derbasî qonaxa têkiliya cinsê bû. her wiha ji bo ku tirsa min kêm bike destûrnameya zewaca Irfî çêkir di navbera min û wî de da ku tenê ez dengê xwe nekim”.

 (R.E) di berdewamiya axaftinên xwe de got ku li ser du salan têkiliya wan wiha berdewam kir, ji demek nêz ve serbend jê xwest ku birînkariyekê li gel bijîşkek naskirî çêke bi armanca vegerandina keçbûna wê. Wê demê R E diyar kir ku du canî ye ev yek bû encama ku weke nakokiyekî di navbera herduyan de çêbibe, di nava gotinan de jî serbend ElElî da xuyakirin ku dê R E û malbata wê tune bike, eger perspektîvên wî pêk neyne.

R E destnîşan kir ku serbend Ehmed El Elî bi sedan videoyên keçên ku bi wan re di mala xwe ya li taxa ElQudat de têkîlî pêş xistiye kom kiriye.

Ji ber gefên ku malbata R E rastî wê dihat,  R E mecbûr ma ku ji malbata xwe re bêje serbend çi bi sere wê anî û çawa gefan li ser wê dixwe. Di encampê de malbat ji herêmên di bin serweriya Rêjîma Sûriyê de derketin û li herêmên serweriya Rêvebiriya xweser bi cih bûn.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku Rêjîma Sûriyê hin malbat di çend taxan de di parêzgeha Hesekê de girtine da ku karê bê exlaqiyê tê de bikin. Bi awayekî giştî ev deyarde di nava zanîngeha Hesekê de belav bûye û ji wan re bûye noqteyeke sereke da ku gendeliyên xwe tê de bidin meşandin.

08.04.2019

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً