LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Di nava Mertala Firatê de silsîleya veqetandinan

Di nava Mertala Firatê de silsîleya veqetandinan

IDLIB-Li gorî agahiyên ku li ser kenalên komên çete yên bi ser Mertala Firatê ve têne parve kirin, hate zanîn ku di nava refên çeteyên Mertla Firatê yên girêdayî dewleta Tirk de, nerazîbûn û veqetandin ji ber rewşa wan a aborî heye.

Li gorî nîqaşa di navbera du endamên Mertala Firat de, di axaftinên xwe de dibêjin ku dewleta Tirk ew firotin e û niha ew neçar in ku ji nava wan derkevin da ku jiyana xwe berdewam bikin.

Jêderkî taybet ji Idlibê da zanîn ku grûpek ji çeteyên koma Hemzat li Ezaz ên di nava Mertala Firatê de veqetiyane û ber bi parêzgeha Idlibê ve reviyane û ew jî bi alîkariya çeteyên Cebhet El-nusre bi rêka dergeha El-xezawiye derbasî Idlibê bûne. Ji nava kesên ku derbasî Ildibê bûne, ev nav hatin nas kirin:

Iyad Hesen El-ibrahîm ji bajarê Menix e.

Mehmûd El-îse ji bajarê Menix e.

Xeyas Necar ji bajarê Mari e.

Husam Dîb ji bajarê Ezaz e.

Wa’iyil Kermo ji bajarê Menix e.

Ibrahîm El-dek ji bajarê Menix e.

Jêderê ku ev kes dîtine û sedema ku berê xwe dane Idlibê ji wan pirsiye, gotine ku ev çend meh in dewleta Tik fon li ser wan qut kiriye piştî ku bi zorê ji heremên wan derxistine û niha jî dev ji wan berdaye û ew jî ji ber vê yekê neçar mane ku berê xwe bidin Idlibê da ku derfetek din a jiyanê ji xwe re peyda bikin.

Ev veqetandin û revandin di demeke wiha de tên ku dewleta Tirk di aliyê aborî de rewşeke xerab jiyan dike, taybet piştî sizayên Emerîkî li ser wî welatî.

14.04.2019

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً