HESEKÊ- Ji nava kampa Hol a rojhilatê Hesekê hejmarek zêde ya revandina endamên DAIŞ ji aliyê mûnezemeyek bi ser rêjîma Sûriye ve li gorî çavkaniyên ji kapmê hate eşkere kirin.
Çavkaniyên taybet ji nava kampa Hol agahiyên derbarê revanidna bi dehan endamên DAIŞ piraniya wan jin in ji nava kampa Hol ji me re eşkere kir. Çavkanî destnîşan kir ku endamên DAIŞ di riya mûnezemeya Heyva Sor a Erebî Sûrî ya girêdayî rêjîma Sûriye ji nava kampê bi dehan endamên DAIŞ ji jinên radîkal ber bi başûrê Sûriye ve bermaberî pereyan revandine.
Çavkaniyek ji nava kampa Hol a bi ser parêzgeha Hesekê ve ku têkiliyên wî bi Heyva Sor a Erebî Sûrî re heye bi me re ev agahî parev kirin, ji ber serdanên rojane ya vê mûnezemeyê bi îdayên nexweşiyên giran ji hin jinên DAIŞ’î di nava kampê de û pêwîstî bi veguhsetina wan a nexweşxaneyên nava bajar ku pêdiviya wan di nava kampê de nayên çareser kirin, ev mûnezeme 40 endamên DAIŞ di nava du heyvan de ji nava kampê beramberî 400 dolar ji bo her endamekî re revandiye. Pereyeyên ku ji mûnezemeyê re hatine dayîn beramberî ku endamên DAIŞ di riya wê mûnezemeyê re derbasî aliyê rojavayî Dêra zorê bibin.
Çavkaniyê nêzî mûnezemeya Heyva Sor a Erebî gelek caran sînaryo amade kiriye da ku endamên DAIŞ ji nava kampên birevînin ji ber şert û mercên ewlekarî yên zehemet ku ew endam nikarin bi riyên cudatir derkevin. Ew endamên mûnezemeyê bi behaneyên ku rewşên wan endaman gelekî xerab e dikarîn bi dehan endaman ji wê kampê derxin û ber bi heremên rêjîma Sûriye de bişînin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku rêjîma Sûriye di nava dema dawî de çûn û hatina xwe ya nava kampê zêde kiriye û li gorî agahiyan di wê tevgera xwe ya nava kampê de li endamên ku dixwazin ji nava kampê beramberî pereyan derkevin digerin û bi vê yekê derketina wan peyda dikin. Ev buyer di demekê derdikevin ku belavbûna endamên DAIŞ li heremên başûrê Sûriye wekî Siwêda tê.
15.04.2019
Rojev24