Herêma Rojhilata navîn qadeke ku her dibe qada şer, pevçûn û xêzkirina nexşeyên nû. Yek ji welatên ku di nava guhertin û veguhrtinan re ev 8 sal in derbas dibe Sûriyê ye. Bi destpêka Buhara gelan Sûriyê weke herêmek sereke cihê xwe di nava wan herêman de girt. Her wiha di nava parvekirina hêzên hegemon de ku wek Îraq û Lubnanê bikeve nava şerê navxweyî û perçebûyîn di nav Sûriyê de bê avakirin, dihate plankirin.
Piştî dawî li baskê teror li herêma Îraq û Sûriyê ya ku di bin navê DAIŞ`ê de bû ji hêla Hêzên Sûriya Demokratîk ve, hêzên hegemon û xwedî plan û piroje di nava Rojhilata Navîn de planên xwe bi dawî nekirin, derbarê vê yekê de weke her car mijarên cuda cuda derdixin pêş. Lê vê carê firotina perçeyek din ji xaka Sûriyê bû, ew jî Colan e.
Di çerçoveya xêzkirina nexşeya nû ya Sûriyê de Colan bi awayekî fermî hate dayîn ji Isra`îl re bi erêkirineke navdewletî. Ji xwe ev hevpeyman ne ji niha de ye lê di vê demê de bi taybet bi awayekî fermî hate mohr kirin. Pirojeya firehkirina Isra`îl û bidestxistina hin herêmên din ên sala 1967`an de Colan hate dagirkirin û perçeyek ji xaka Sûriyê bi ser milê xwe ve bir. Ev gav jî bi awayekî stratejîk bingeha xwe ji sala 1948`an de girtiye.
Colan ji bo Israîl tê çi wateyê?
Her herêmek ku dibe çavberdana hêzên seyrmeyedar xwedî cihek bi bandor e. Colan di nava sînorê Filestîn, Urdun û Libnanê de ye, ev hersê welat jî ji hêla Israîl ve mudexeleya wan çêdibe û li ser wan hersiyan Israîl pirojeya xwe dimeşîne, derveyî vê yekê xeta dijberî Israîl di Rojhilata Navîn de Îran e, xeta Hîlala Şi`î ye. ji bo ku Isra`îl parastina berjewendiyên xwe bike di nava hersê welatên navborî de, Colan bû bargeha wê di Sûriyê de.
Colan dikeve başûrê Sûriyê û di sêgoşeya Urdun, Filestîn û Lubnanê de cih digre. Her wiha xwedî zengînbûneke av û çiya ye. Ji bo Israîl jî weke zincîrekê ava dike ji bo sînorên xwe biparêze.
Piştî serkeftina li ser DAIŞ piştevaniya serokê Amarîka Donald Trump ji bo dayîna Colanê ji Israîl re bi awayekî fermî hate kirin û bala xwa li ser avakirina rojevek din û aloziyek din di herêmê kişand.
Bandora biryara Trump li ser welatên Ereb
Li ser bingeha dan û standinên di navbera Netewên Yekbûyî bi serkêşiya Amerîka û Isra`îl de, di vê demê de Colan hate dayîn ji Israîl re. Her wiha ji bo ku rê li pêşiya pêşketina Îranê bigrin di nava Rojhilata Navîn de bi awayekî fermî Colan hate dayîn. Ev gav li ser başûrê Sûriyê hemû dibe xeterî û bingeha pirsgirêk û bazarên nû di Sûriyê de.
Weke welatên Ereb jî li beramberî vê yekê ne razîbûna xwe anîn ziman, her wiha ev gav weke gavek neyînî hate dîtin û nirxandin. Lê li beramberî vê yekê tenê di asta gotinan de ma, ti bertekên ber bi çav nehate dîtin û nehat kirin. Bi taybet Rêjîma Sûriyê li ser vê mijarê di çerçoveya rexnekirin û şermezarkirinê de hêşt, lê bi awayekî pratîkî tiştek bi pêş nexist û ne jî kir.
Berjewendiyên hêzên hegemon di vê biryarê de çi ne?
Li gor atmosfêra heyî eger em li vê biryarê binerin xuya dibe ku ev biryar ne tenê ji bo Israîl sûdê tîne, lê belê Amarîka dixwaze careke din di nav rojhelata navîn de tevliheviyan derbixe. Her wiha dema ku Israîl cihê xwe di nav xaka Colan de bi temamî bigre, dibe bandora navbênkar li herêmê.
Her wiha bi awyekî din weke diyarî ji bo Israîl xuye dibe. Ev yek jî ne di çerçoveya Colan tenê de dimîne, lê di serdemên dîrokî de em binirin belî dibe ku her Amerîka ji bo Israîl bûye xwedî rol û plan. Li kêlek vê yekê siyasete Amerîka beriya Trump heman a niha ye, tê zanîn ku hilbijartinên Isra`îl li ber derî ne, ev gav jî ji bo wan wê bibe bingehek xurt da ku linga xwe di Sûriyê de bi hêztir bike.
Pêşeroja herêmê û bi taybet Sûriyê
Di dawiyê de xuya dibe ku wê di dema pêş de herêma Rojhilata Navîn derbasî qonaxeke nû ji rêkeftinan û bi hev re dan û standin avakirin de bibe. Bi taybet ev hêzên hegemon ên ku li dijî Îran dixwazin kar bikin û pirojeya wê rawsertîn in. Eger Amerîka, Isra`îl û welatên kendavê dest bidin hevdu wê êrîşên leşkerî li ser Îran û hêzên pê ve girêdayî bêne kirin. Bi vê yekê hemû herêm dikeve nava nakokiyan û şeran de.
Di aliyekî din de dibe ku herêmek di bin pirojeyek federal de bê avakirin û bi vê rêbazî serweriya xwe Israî, fireh dike, rê li ber Îran digre û rawabûna xwe bi hevalbendên xwe mîna Amerîka re rewa dike.
(Jînda Hesen)
18.04.2019
Rojev24