NAVENDA NÛÇEYAN-Itîfaqên li heremê têne pêk anîn dibin encama şerekî heremî ku herî dawî di navbera hêzên Rûsya û Îran di nava Sûriye de di warê vekirina navendan û bi cihbûnê de şer û operasyonê tesfiyekirinê rû didin.
Bi ketina serweriyeke mezin a her yek ji Îran û Rûsya nava Sûriye de, eger ne eşkere be jî gelek serbaz û endamên Rûsyayê di nava artêşa Sûriye de bi çekên ku ji aliyê Rûsya de hatiye pêşkêş kirin heye, li gorî agahiyan tê zanîn ku hejmara endamên Rûsî yên li Sûriye ku piranî li bargeha Himêmîm bi cih dibin dighêje 2954 leşkerî. Li gorî agahiyên herî dawî ji çavkaniyên taybet Rûsya li otêla Mirdyan a parêzgeha Hesekê navenda berê ya Pesdarên Îranê bi cih bûye.
Ji aliyekî din ve jî Îran ku di nava artêşa Sûriye de xwedî ciheke ber bi çave û pesdarên wê bi gelek navên cuda di nava artêşa Sûrî de hatine bi cih kirin. Gelek şêwermendên Îranê ku dighêjin 2 hezarî di nava Sûriye de hene, her weha di nava artêşa Sûriye de 9 hezar endam û serbazên Îranî hene ku ew jî di nava ketîbeyên bi navê Fatimyon û Zeynebyon de hene.
Ev hebûna ne normal di nava xaka Sûriye de ji aliyê herdu hêzan de bi xwe re taybet ji bo bercewndiyên Israyîl xeteriyeke mezin anî ku ew li dijî pêşveçûna hêzên Îranê li başûrê Sûriye ne bi sînorê Israyîl re her weha li rojhilatê Sûriye û heta Sûriye bi giştî. Di nav çaxa dawî de hate eşkere kirin ku itîfaqeke Rûsî-Amerîkî ji bo derxistina hêzên Îran ji Sûriye di asoyan de dizîvire.
Karwaneke rêjîma Sûriye li gundewarê Dêra zorê winda bû, Îranî ne?
Li gorî çavkaniyên taybet ji herêma Qamişlo ya bi ser herêma Cizîrê ve hate zanîn ku girêdayî nakokî û rewşa aloz a di navbera serbazên ji hêzên Îranê (Elheres elsewrî elîranî) û serbazên elewî de li parêzgeha Hesekê biryar hate girtin ku serbazên Îranê yekser ji parêzgeha Hesekê ber bi Dêrazorê ve werin rêkirin lê ev di navbera herdu aliyan de nerazîbûn derxist û di encamê de li gorî agahiyan gelek ji endamên Îranê ev yek red kirin.
Çavkaniyên çapemenî destnîşan kirin ku karwaneke hevbeş ê firqeya çaremîn û Heres elcimhûrî ku ji 43 endam û serbazan pêk tê winda bûne û ew jî dema ku dixwestin ji Şamê ber bi Dêra zorê ve di riya parêzgeha Humsê de derbas bibin, ku ew karwan di wê deverê de winda bû. Bi vê, ev dibe karwanê çaremîn ê rêjîma Sûrî ku winda dibe.
Kî noqteyên kordîneya Îranê dide istixbarata Israîlê?
Di berdewamiya kirîza di navbera Rûsya û Îran li ser xaka Sûriye û belavbûna serweriyê, Kenala Rûsî ya RT ji çavkaniyeke leşkerî ragihand ku 11 kes di nav de 2 zarok û 3 jin her weha 11 kesên din bi fûzeyên Grad ku ji aliyê gundewarê bakurê Helebê ve bi ser taxa Xalidyê û Elnîl li bajarê Helebê hatine berdan jiyana xwe ji dest dane. Di derbarê idîaya hêzên Rûsî de li wan taxan pevçûnên dijwar berdewam kirin ku di encamê de gelek kuştî û birîndar çêbûn.
Ev yek li gorî çavdêriya ku ji wan hereman hatiye kirin girêdayî pevçûn û rewşa aloz a di navbera herdu hêzên Îranî û Rûsî de ye. Ev yek piştî topbarana Israîl li ser noqteyên Îranê li parêzgeha Helebê encam dane ku milîsên Îranê, Rûsya bi dayîna kordîneyên navendên wê yekesr radestî Israîl dike bi armanca sînordarkirina rola Îran di nava Sûriye de tewanbar kir.
Pêşveçûna Îran di nav artêşa Sûrî de zêde dibe
Di ketina pêşbirga serweriya li ser xaka Sûriye, milîsên Îranê di riya serbzaên Pesdarên Îranê navendên sererastkirina rewşa ciwanan da ku ciwanan tevlî nava artêşa Sûrî bikin vekirin û ew jî li gorî çavkaniyan li noqteya wan a leşkerî di nava wê heremê Qamişlo de ye.
Ev gav ji aliyê milîsên Îranê ve di demeke wiha de hate kirin ku li parêzgeha Hesekê jî heman xebat hate kirin ku hêzên Îranê asta nerazûbûn û tepkîgirtinê li dijî rêjîma Sûriye zêde dike.
Hêjayî bi bîrxistinê ye ku hemû buroy û navendên sererastkirinê di nava Sûriye de ji aliyê navenda kordîneya Himêmîm ve tê vekirin lê ev navenda nû ku li bajarê Qamişlo hate ragihandin ji aliyê serbazên Îranê di foca 145 an de hate vekirin.
20.04.2019
Rojev24