LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Kirîza petrolê û alternatîfa rêjîma Sûriye?

Kirîza petrolê û alternatîfa rêjîma Sûriye?

NAVENDA NÛÇEYAN-Ev demeke ku rêjîma Sûriye di kirîzeke giran a aborî re derbas dibe û ev bi tevahî bandor li heremên di bin serweriya rêjîma Sûriye de kir. Ev kirîz di encama kêmbûna madeyên petrolê ji gaz, banzîn û mazotê tê. Di kolanên Sûriye de pirsa ku dê kengî rewş were çareser kirin tê pirsîn û ewê çawa vê kirîzê derbas bikin di demeke ku rêjîma Sûriye di riya çapemeniya xwe de vê kirîzê ji holê radike û ber bi heremên din ên Sûriye ve dibe.

Heremên di bin serweriya rêjîma Sûriye de di asteke ketî ya jiyanî de jiyan dikin wekî ku çavkaniyeke ji nava parêzgeha wî welatî Şam ji me regihand. Çavkanî amaje bi wê yekê kir ku madeyên ji petrolê ji gaz, banzîn û mazot nayê peyda kirin û eger hebe jî bi nirxên xeyalî ango gelekî bilind e. Di warê madeyên xwarinê de gelek made di bazarên Sûriye de nayên peydakirin û nirxên madeyan derketiya asta herî jor ku ev dibe gilî û gazinê hemwelatiyên wan hereman ku ber bi meha rojiyê ve jî diçin.

Li gel pirsên ku li jorê hatine rêz kirin gelek sedem li pişta vê kirîza ku rêjîm jiyan dike de heye di ekrana rewşa Sûriyê ya mudaxeleya gelek hêzan.

Kirîza aborî girêdayî kirîza siyasî ye

Heremên Sûriye yên di bin serweriya rêjîma Sûriye de di nava 8 salên kirîzê de ji kêmbûna madeyên petrolê di asta jor de jiyan kiriye ji dervey kirîza niha ku yekemîn e di atsa ne peydakirina wê de. Sedemên wê jî li gorî çavdêriya Aborînasan ewe ku ji sê sedeman tê, yekemîn banodra cezayên aborî yên Amerîkî ne taybet di warê petrolê de ku li ser Îran ferz kiriye. Ku ev desteka Îran ji rêjîmê re çavkaniya yekemîn û sereke bû. Sedema duyemên ewe ku tevahiya pevçûn û herêmên bê ewlehî li heremên Sûriye yên stratejîk in wekî rojavayî firat û Badiyê ku ev herem çavkaniyên petrolê ne, di demeke ku ev herem rastî nakokiyên hêzên Rûsî û Îranî tê ji dervey komên terrorist ên bi ser dewleta Tirk ve. sedema sêyemîn ewe ku di kirîza ku Sûriye di warê siyasî de jiyan dike ku heta niha zehemtiyan dikşîne ku çareseriyekê ji rewşa heyî re peyda bike û ew jî pişta xwe de avakirina destûreke Sûrî ku di civînên Astana de têk diçe.

Îran aktorê çalak ê vê kirîzê ye

Rêjîma Sûriye wekî radighîne û di polîtîka wê de diyar e ku pişta xwe dide desteka Îranê çi di warê leşkerî de be û çi di warê aborî de be. Lewra li gorî agahiyên taybet hate zanîn ku beriya çend heyvan ji peymana herî dawî ya ku di navbera Îran û Rêjîma Sûriye de mabû hate betal kirin ku li gorî çavkaniyên me nakokiyên hindirîn ên di navbera dewleta Sûriye de ye.

Mudîrê kampanya Sadkop li Sûriye Mustefa hiswya ya belavkirina madeyên petrolê li ser tevhiya Sûriye ragihand ku Îran welatê wî bi qasî 2 milyon heta carinan sê milyon bermîl petrol mehane destek dikir lê ev destekdayîn ji cotemha 2018 an de hate rawestandin.

Hêjayî bi bîr xistinê ye ku rêjîma Sûriye ji sedî 90 pêdiviyên xwe yê petrolê ji Îran digre, ji dervey wê ji sedî 10 jî di riya depoyên xerckirina rojane de û berhemê heremî de ye lê ev jî kete asta herî jêr ku niha ji sedî 1 ji ber windakirina rêjîmê gelek hereman ku çavkaniya petrolê li heremê bûn.

Rêjîm kirîza xwe neqlî derve dike

Di rewşa ne çareseriya rêjîma Sûriye de beramberî ne razîbûna civakî û zexta ku li ser rêjîmê dike de, rêjîma Sûriye vê carê xwest lîstoka çapemenî bilîze ku li ser kirîza heyî bê dengî da avakirin û li şûna wê weşanên zindî ya karwanên gel da dema ku li bendeya rêza xwe ya gazê ne, tê de amabrgoyê derxin pêş û bi ser Amerîka û welatên Ewropa ve bibe da ku xwe ji berpirsyartiyê bide paş. Ji aliyekî din ve jî ev yek di riya raporên taybet re kir ku ne qebûlkirina civakê ji kirîzê re aşkere kir û xwest vê kirîzê jiyanî û normal bike û rêjîmê wekî xelaskera terorê nîşan bide. Di van weşanan de xwest heremên cîranê welatê xwe jî di eynî astê de nîşan bide wekî ku rapor li ser rewşa kirîza Tikriye weşand. Di heman demê de xwest di weşana xwe de bide diyar kirin ku ji aliyê rojhilatê firatê ve ambarog jiyan dike ku hêzên QSD ew petrol desteser kiriye.

Li gorî agahiyên ji nava herêma Dêra zorî çakaniyekî ji kesên bazirganiya petrolê dike aşkere kir ku ev du meh in derxistina petrolê ber bi aliyê rêjîmî de sekinî ye ji ber ku peymana di naverba herdu aliyan de ji aliyê rêjîmê ve sekinî ye.

Ji aliyekî din ve rêjîm hewil dide di riya girtina hin noqteyên leşkerî wekî li Reqayê û xwe gihandina cihê petrolê li ser raya giştî bandor bike ku planên wê yên derxistina kirîzê li wê heremê heye.

Rêjîm qaçaxiya petrolê dike

Di rewşa ku rêjîm jiyan dike de hewildanên veşartî yên peymanên bazirganî pêk tîne û ew jî di riya diziya petrolê ji herema rojhilatê Firatê ye an jî ji heremên opozisyoa Sûriyê ango çeteyên Tikriye ye. Li gorî agahiyan hate aşkere kirin ku tevgera qaçaxiya petrolê ji dergehên ElAîs û Mensûra li gundewarê bakur û rojavayî Helebê çalak bûye, ji dervey wê jî ev tevger li xetên temasê ên di navbera çeteyên dewleta Tirk û rêjîma Sîriye jî de pêk tê ku ev bû sedema bilindbûna buhaya gazaê ku kirîza li wê deverê jî ji sedî 10 bilind bûye.

Her weha rêjîm gelek depoyên petrola rojhilatê Firatê di riya qaçaxên bi ser ve derbasî heremên xwe kir ku ew jî bi awayekî rêxistinkirî di nava heremê de pêk anîbû, lê ev yek jî ji ber tedbîrên li heremê û desteka rêjîmê ji gelek çeteyên DAIŞ li heremê hate sekinandin ji aliyê hêzên QSD ve wekî ku bazirganekî ji Dêra zorê aşkere kir.

Di heman demê de rêjîm hewil da ku qaçaxiya petrolê ji xaka Libnanê bike lê ew jî bi cezayên Amerîka ve girêdayî ye.

Ji dervey vê alternatîfa wê Rûsya dimîne ku ev di serdana cigerî serokê wezîrê Rûsya ji rêjîm re di dema dawî de ku pêk hat, tê de li ser berfirehkirina itîfaqa istîsmara binkeya leşkerî ya Rûsî li Tertusê li hev kirin ku di nav xwe de bendera Tertûsê ku bermaberî wê dê sewqiyata Rûsya ya petrolê çê bibe piştî ji Okaniya re rawestiya.

Di nava desthilata Sûriye de derbeyk Eger e

Egera derbeyek desthilatê di nava rêjîmê de tê nîqaş kirin ku ev ji ber parçebûna rêjîma Sûriye ya ber bi çav a di nava vê demê de ye.

Ji nava hemwelatiyên Sûriye yên alîgirên rêjîmê û yên dijber û di nav wan de yên bi ser hêzên Rûsî û Îranî ve bertekên cur be cur di heremê de derdikeve. Li gorî agahiyan hêzên Rûsyayê di nava vê mehê de li heremên Sûriye yên Sahil civîn bi xelkên alewî re lidarxistibû, ji aliyê xwe ve jî Îran di warê sazî û leşkerî de dikare derbeyekê bike û rêjîmê bi zerar bike taybet di dema dawî de ya kuştina gelek milîsên bi ser ve li çola Dêra zorê.

Dê encama vê yekê derbeyeke leşkerî û di warê desthildarî de jî rêjîm bikeve û ev herdu hêz dê rewşa civakî ya xerab bikarbînin da ku rêjîma Esed bugherin.

Hêjayî bi bîr xistinê ye ku civaka Sîriye di rewşeke xerab de jiyan dike ji ber lewaziya xizmeta li heremê ku nikar in pêdiviyên xwe yên jiyanî peyda bikin. Li gorî hejmara benka navdewletî ji sedî 87 ji xelkên Sûriyê di jêr xeta xizantiyê jiyan dikin, di heman demê de tebeqeya navîn a li Sûriye ku ji sedî 60 bû niha bûye ji sedî 10 ku ev dibin sedemên bê aramî û xwepşandanên gelêrî di demek ku niha pêla koçberiyê di asta herî jor de ye li wan hereman.

(Rêvana Mêrxas)

01.05.2019

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً