LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Til Rifat eniya nû ya piştî Astana

Til Rifat eniya nû ya piştî Astana

Bi rizgarkirina herêmên Kefernaye û gundê ElŞêx Hîlal li gundewarê bakurê Helebê û qutkirina rêya sereke ya ji bakurê Til Rifet heta bajaroka Ezaz û Kefernasih başûrê rojhilata Til Rifetê û rizgerkirina bajaroka Eyn Deqnê ji hêla YPG`ê ve, Artêşa Dewleta Tirk piştgiriya komên Çete yên ku di herêmên nav borî de serwer bûn kir û çalakiyên dizî, revandin û hwd pêk danîn, dikir. Li gorî navendên lêkolînan ji wê demê û heta niha jî di nava têkîliyan de ye bi wan koman re û heta weke “zewaca bi dizî” nav li têkîliya wan hate kirin. Ev yek jî di operesyona li ser herêma Efrîn di destpêka sala 2018`an de eşkere bû.

Wek ku tê naskirin dewleta Tirk û komên çete yên bi ser ve di sala 2016`an ve bi alîkariya hin komikên çete ên bi navê opozisyonê bang dikin wekî Artêşa Azad ku niha bi navê Artêşa Netewî têne bi nav kirin herêmên li bakurê Sûriyê xistin bin serweriya xwe de û heta roja me ya îro herêma Til Rifet û gundewarên wê ji hêla van koman vet ê top baran kirin.

Destên tarî di nava bakurê Sûriyê de

Bi rengekî kûrtir di nava ziraviyên kirîza Sûriyê de, Tirkiyê alîkariya Rûsya û Îranê kir da ku sînaryo organize bikin ku wekî rêzefîlmekî bê rehim di bin navê “Astana” de amade kirin. Di nava vê rêzefîlmê de dewleta Tirk henekên xwe bi komên çete kir û ew xapandin ku ji Siyasetê dûr in, herî dawî jî weke perçeyên Domîno li wan hate kirin ku “bajar li pey bajarekî din winda kirin bi alîkariya Tirkiye”.

Bi ketina her bajarekî û windakirina wê ji destê yên xwe bi nav dikin opozisyona Sûriyê, siyasetmedarên Tirkiyê daxuyaniyên germ didan ku ewê niha operesyonekê bi ser herêmên rojhilatê Firatê û Efrîn û hwd din ve bibin. Lê ema niyeta wan di rastiyê de ew bû ku bala wan koman û opozisyona Sûriyê ber bi aliyên din ve bibin. (Armanca van daxuyaniyan eşkere bû ku ew jî da ku berê komên çete bidin aliyekî din ku ew bi wê mijûl bikin). Hate xuya kirin ku di nava rêzefîlmên Astana de lihevkirin di navbera Tirkiyê û Rûsya de hatiye kirin, ev yek jî bi tevgerekirina Tirkiyê di nava Sûriyê de bi awayekî rehet dide nîşandan, herî dawî jî di dagirkirina Efrîn de dûbare bû.

Di heman çerçoveyê de, Tirkiyê bi zexteke ji hêla Rûsya ve hin gav avêtin ku di vê demê de Idlibê ji Cebhet El Nusra ve vala dike, her weha wekî ku Erkana Tirk ragihand ewê  herêma Efrîn jî ji komên çete vala bike û bi xwe di nava wir de serwer be. Pirsa derdikeve ewe ku wê berê van koman ber bi ku ve bibe???

Li gorî hin çavkaniyên taybet ji sîteya me re eşkere kirin ku Tirkiyê di vê demê de çeteyên xwe li derdora herêma Til Rifetê kom dike, lê bê ku sedemên wê zelal bike. Di vir de dahola şer ji nû de li Bakurê Sûriye lêdidin. Li gorî tevgera dewleta Tirk xuya dibe ku Tirkiyê amadekariya operesyonekê leşkerî bi ser herêmên Şehba û Til Rifetl ve bibe. Ji ber ku tevgera artêşa Tirk a di vê demê de wekî tevgera wê ya beriya dagirkirina Efrînê ye. Ev gav nîşaneya hevpeymaneke nû derbarê Til Rifetê di navbera Tirk û Rûsan de ye. Li gorî çavkaniyên me yên taybet jî dibe ku Tirkiyê ji du aliyên bakur û başûrê Til Rifetê ve êrîş bike. Ev texmîn vedigere serdana Berpirsê Istixbarat Tirkiye Hakan fîdan û Wezîrê Parastina Tirkiyê Helûsî Akar ji Rûsya re û li gorî  çapemeniya Tirk amadekirina Akar ji avakirina odeyeke çalakiyên leşkerî ji bo operesyonek leşkerî li ser bakurê Sûriyê (Til Rifet) re bî. 

Operasyona leşkerî ya Tirkiye li ser Til Rifetê tê çi wateyê?

Bê guman operasyona bi ser herêma Til Rifetê dive bê zanîn ku dikare an na wê bibe bingeha perçekirina xaka Sûriyê. Her wiha wê bi xwe re komkujiyên mirovahî jî bîne, ji ber ku ew herêm bûye herêma bi ewle ji bo koçberên Efrînî yên ku ji ber dagirkeriya dewleta Tirkiyê reviyane. Ji bilî vê yekê herêma Til Rifet herêmek stratejîk û xwedî girîngiyek erdnîgarî ye di nava Sûriyê de ji ber wê dibe bibe luqmeya daxwaza Tirkiye.

Hêzeke çalak di dosya Sûriyê de dibe asteng li ber êrîşa Til Rifetê

Weke ku tê zanîn Sûriyê ji aliyê herdu dewletên Îran û Rûsya ve hatiye tecawiz kirin. Yanî bi wateyeke din çi biryar derbarê dosya Sûriyê de bê standin divê erêkirineke Rûsî-Îranî hebe. Ji vê derê û li gorî madeyên ku hatine bidest xistin, Îran li ber operesyona leşkerî ya bi ser herêmên bakurê Sûriyê ve red dike û bi taybet ji bo herêma Til Rifetê dibe rêbenda bingehîn. Di vir de xuya dibe ku Îran poşman e ku di operesyona Efrîn de piştgiriya hêzên leşkerî li beramberî Tirkiyê nekir. Ji ber ku dagirkirina Efrîn metirsiyeke mezin li ser herdu bajarokên wê yên Nubilê û Zehrayê kir. Tê texmîn kirin ku Îran bi ti awayî nehêle ku operesyona bi ser herêma Til Rifetê ve çêbibe, bi vê yekê eger Tirkiyê êrîş bike wê rastî pir astengiyên leşkerî bê.

(Rêdûr Hesen)

05.05.2019

Rojev24

 

 

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً