EFRÎN– Gera Asîtana 12 bi biryara operasyona leşkerî bi ser herêma Idilb û gundewarên bakurê Hemayê ve hate birêvebirin. Topbarana li ser heremê di roja 22 an de dimeşe ku bi sed hezaran malbatên komên çete yên radîkal neçar dimînin ku berê xwe bidin herêmên bi mîna Efrînê.
Çavkaniyek bi navê Ebû Mihemed ku hemwelatiyek ji herêma Efrînê ye diyar kir ku ev 3 heftene navenda Efrîn tevî gundên wê rastî qerebalixek ne normal hatiye. Ji me re rewşa hundirîn parve kir û got: ” Ji roja destpêkê ku çalakaiyên leşkerî pêk hatin li ser Idlibê, 300 hezar kes heta niha derbasî gund û navçeyên Efrîn bûne, her wiha herêma herî zêde ku tê de malbatên çeteyên ji Idlibê derketine lê bi cih dibin herêma Cindirêsê ye.”
Çavkanî di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: Di her malekê de du an sê malbat tê de bi cih dikin, hemû malbatên ku tên jî yên komên radîkal in ku di nava Idlib de piştgiriya xwe ji hêla dewleta Tirkiyê ve digirtin. Ruxmî ku ev kom bi perspektîvên dewleta Tirk tev digeriyan, lê ema garantiya ku dewleta Tirk dikir ji holê rabûye.
Ebû Mihemed eşkere kir ku ji ber hejmara zêde ku malbatên çeteyan niha cih di nava Efrîn de digrin bi awayekî bê ser û ber herêm ketiye nava kirîzekê. Hejmar zêde ye û kar peyda nabe, ev yek jî ji hêla komên di hundir Efrîn de tê bikaranîn ku karê bê exlaqî bi pêş dixin û di encama vê yekê de di nava wan malbatan û komên di hundir Efrîn de nakokî derdikeve. Heta beriya vê bi du rojan li gundê Keferdelê ya Cindirêsê di navbera malbatek girêdayî Heyet Tehrîr El şam û koma El Hemzat de pevçûn derketibû.
Hêjayî gotinê ye ku eger rewşa herêma Efrîn bi vê hejmara zêde berdewam bike dê encamên ne baş û tevliheviyek mezin di nava herêmê de bi xwe re bîne.
18.05.2019
Rojev24