EFRÎN- Di operasyona herî dawî ya li ser Dêra zor û taybet Baxozê ji aliyê Hêzên QSD û koalsyona navdewletî ve, hejmarek pir zêde ji çeteyên DAIŞ ji ber derbeyên giran û têkçûna di nava refên wê de ji neçarî xwe radestî hêzên QSD kirin ku niha di girtîgehên heremên Bakurê Sûriye de bi cih dibin. Hejmarek zêde ji çeteyan di riyên cuda de û çalakiyên qaçaxiyê de ji heremê derketin û ber bi heremên di bin serweriya Tirkiye de hatin bi cih kirin.
Li gorî agahiyên taybet ku hatine bi dest xistin ji nava herêma Efrînê Bakurê Sûriye hejmarek ji çeteyên DAIŞ li nava wî bajarî hatine dîtin û ew ji aliyê Tikriye ve li hin noqte û navendan hatine belav kirin, çavkanî amaje bi wê yekê kir ku niha ev eniya herî bi ewle ye ji bo wan çeteyan e.
Li gorî agahiyan hate zanîn ku hejmarek ji çeteyên DAIŞ’ê bi rengê koman li Efrînê hatine bi cih kirin û ew taybet li taxên wekî taxa Eşrefiyê û Zêdiyê yên navenda Efrînê bi cih bûne, cihên ku ev çete lê dimînin ev in:
1- Taxa Eşrefiyê li mizgeftan û hin malên li kêleka saziya kehrebê
2- Taxa Mehmûdiyê di malekê di pişta navenda Pitrolxanê de
3- Li gundê Kokebê di mala Ebû Elî Ernê de
4- Li navçeya Şera gundê Dêrswanê di mizgefta gund de
2000 çeteyên DAIŞ ji Hol ê reviyan e?
Di heman mijarê de çavkaniyan eşkere kirin ku ji dema ku çeteyên DAIŞ xwe radestî hêzên QSD kirine û gelek ji wan li nava kampa Hol û derdora wê hatine bi cih kirin, ji wê demê de û heta niha 2000 DAIŞ ji heremê reviyane ku berê xwe dane heremên di bin serweriya delweta Tirk û çeteyên bi ser ve. Çavkaniyek ji nava kampa Hol tekez kir ku gelek çalakiyên qaçaxiya di nava kapma Hol de beramberî pereyan hatiye kirin û ew jî bi destê Heyva Sor a Erebî Sûrî ya bi ser rêjîma Sûriye ve ku li gorî agahiyan herî dawî jî ji aliyê vê saziyê ve 50 jinên Rûsî ku di nava kampê de cih digirtin hatine revandin bermaberî her yek ku 1200 dolarî bide an jî zêdetirî 600 hezar leyreya Sûrî ye.
DAIŞ çawa li Efrîn tevdigere
Çavkanî eşkere kir ku ev çete rengê xwe bi temamî guhartine û bi awayekî veşartî tevdigerin. Ji bo ev çete eşkere nebin xwe ji çeteyên El Nûsra nîşan didin û bi wê nasnameyê nîşan didin.
DAIŞ’yên li taxa Eşrefiyê hemwelatî agahdar kirin ku wê li mizgeftê perwerdeyên olî û perwerdekirina çekên sivik bibînin û divê ew amede bibin.
Hêjayî bi bîr xistinê ye ku beriya demekî hejmarek bi qasî 40 endamên DAIŞ ber herêma Ezaz ve di dema operasyona Dêra zorê de hatine şandin û ew jî di riya têkiliyên wan ên bi hin komên çete yên li wê heremê ye.
19.05.2019
Rojev24