LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Îstîxbarata Rejîma Sûriyê 35 jinan ji bo fihûşiyê belav bikin şandine Minbicê

Îstîxbarata Rejîma Sûriyê 35 jinan ji bo fihûşiyê belav bikin şandine Minbicê

HELEB- Jinên ku bi navên Hele û Maya li herêma Minbicê têne naskirin, di koka xwe de ji parêzgeha Latiqiyê ne, diyarkirin ku ji aliyê Îstîxbarata Rejîma Sûriyê şaxa Hewayî tevî 33 jinan ve ji bo karê bê exlaqî li heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav bikin, şandine Minbicê.

Derket holê ku ji aliyê Îstîxbarata rejîma Sûriyê şaxa Hewayî ve 35 jinên ku temenên wan di navbera 20-30 salî de ne bi behaneya fihûşê di herêma Bakûr û Rojhilatê Sûriyê de belav bikin ji parêzgeha Latiqiyê ve şandine bajarê Minbicê. Hat diyarkirin ku hedefa van jinan a sereke bi têkiliyên cinsî ciwanên Ereb û Kurd ber bixwe ve bikşînin û endamên QSD’ê û rêveberên Ewlekariyê yên bajaran bixînin.

Pêşî bi komployê tên xistin piştre jî didin bikaranîn!

Ji van 35 jinan, du jinên bi navên Hele û Maya tên naskirin, destpêkê ji ber ewlekariyê nexwestin biaxivin, piştre bi şertê ku ziraveyên serpêhatiyên xwe zêde venekin, her wiha qebûl nekirin ku li cihê wan a kar hevdîtin bi wan re pêk were. Ji nûçegihanê me re axivîn. Hele û Maya anîn ziman ku ew di Zanîngeha Tişrîn a bajarê Latqiyê de dixwendin û piştî naskirina wan a nexweşiya AIDS û belavkirina wê di riya têkiliyên Cinsî de ku ev yek ji erk û perspektîvên îstîxbarata rejîmê bû li ser esasê xizmeta welat û erkên taybet ev jin erkdarkiribûn.

li gor agahiyên ku Hele û Maya dan jinên ji ber têkîliyên cinsî yên cur be cur nexweşiya AIDS li wan peyda bûye û ji bo hem vê nexweşiyê belav bikin û hem jî ciwanên kurd û ereb ber bi xwe ve bikşînin, ew bi taybetî şandine herêma Minbic û bakur û rojhilatê Sûriyê.

hêjayî bi bîrxistinê ye ku ev nexweşî wê bandoreke neyînî li ser çîna ciwanên herêmê bike. her wiha wê wan ber bi jiyaneke rezandî ve bibe. ji ber ku ciawan weke makanîzmeya civakê tê naskirin. istixbarata Rêjîma Sûriyê bi vê nexweşiya AIDS wan dike armanc, da ku civak hilewşe.

Hele ji gundewarên Latqiyê, temenê wê 23 salî ye. ji me re da diyarkirin ku ji hêla şebekeyekê ji pênc kesan ve hate erkdarkirin da ku karê istixbaratê bike, lê ema taybetmendiyan wan kesan bi xwe nas nake, ne jî dîtiye ji bilî kesê bi navê Edhem. Navên kesên dîtir ku di nava wê şebekeyê de ne wiha ne Xiyas, Mistefa, Yasêr û Yûsêf.

Hela got: Ez xwendekara zanîngehê fakulteya dermansaziyê bûm, di wê demê de min kesê bi navê Edhem nas kir û di navbera me de têkîliyek li ser esasê hezkirinê ava bû. Lê dawiya vê yekê jî ew bû ku ez di nava şaxa ewlekariyê de bi cih bûm. Ji min re tekez kir ku di bin navê xizmeta welat de ez ê kar bikim û bi vê awayî malbata min jî da bawerkirin. Piştî malbata min bawer kir, ez tevlî ketîbeya El Bais şaxa peywirên taybet a ku dikeve bin serweriya şaxa istixbarata hewayî de bûm.”

Hela berdewam dike ku piştî malbata wê bawer kirin ew tevlî ketîbeya El Bais şaxa peywirên taybet a ku dikeve bin serweriya şaxa istixbarata hewayî.

Karê me hem agahiyên îstîxbaratî girtin û hem jî fihûş belavkirin e’

Jina din bi navê Maya ku ji heman herêmê ye û temenê wê 24 salî ye şîrove dike ku çawa hatin erkdarkirin û derbasî herêma Minbicê bûn. Maya wiha tîne ziman: “Em 35 jin bûn, li ser esasê koçberiyê em derbasî Minbicê bûn. piştê ku em bi cih bûn, ferza me ji herêmên Hesekê, Qamişlo, Reqa, Girê Spî, Kobanê (Eyn El Ereb) û hinek ji me li Minbicê çêbû.”

Maya di axaftina xwe de anî ziman ku li ser esasê ku agahiyan ji herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê bigirin hatin, lê ev yek bi riya têkîliyên zayendî (cinsî) hate birêxistinkirin û perspektîvên wan ji hêla sê kesan ve bi awayekî zindî bi Xiyas, Mistefa û Yasêr re bûn.

Jina din a ku bi navê Maya (24) tê naskirin di dawiya axftina xwe de got bi her awayî em hatin bikaranîn û tiştê herî buha ji me birin di bin navê xizmeta welat de. Me agahî li beramberî xizmetên cinsî kom dikirin. Hemû têkîliyên zayendî (cinsî) bi dîmen û wêne dihatin tesbîtkirin û ji sê kesan re bi dest radestê Xiyas, Edhem û Yûsêf dikirin.”

Hêjayî gotinê ye ku hin agahî mîna niştecihbûnên wan, belavbûna keçên din û çawaniya karên wan, ruxmî ku peyamnêrên me bi îsrar bûn ku bizanibin, lê ema Maya û Hele ji gotinên wan zêdetir tu agahî nedan.

26.05.2019

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً