LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Li ser şopa Yekîtî, ElPartî ber bi veqetandinê ve diçe

Li ser şopa Yekîtî, ElPartî ber bi veqetandinê ve diçe

HESEKÊ- Partiya Demokratî Kurdistan li Sûriye PDKS (ElPartî) rewşeke bê denge di aliyê rêveberiya xwe de jiyan dike û ev yek piştî rêze civînên vê partiyê yên hindirîn û derve de pêk hat, ku ew di encama niyeta hejmarek ji berpirsên wê partiyê de bû ku di nava de derbeyekê pêk bînin û ew jî li pey şopa partiya Yekîtî li Sûriye be.

Li gorî çavkaniyên ji nava Partiya PDKS li Sûriye (ElPartî) rewşeke bê dengeya îdarî jiyan dike û ew jî piştî rêze civînên wê li hindir û deve de bû ku li gorî rewşa partiyê hewildana derbeyekê hindirîn ji aliyê hin berpirsên wê ve dê encam bide.

Çavkaniyê berpirs ji nava Partiya PDKS eşkere kir ku di nava refê partiya wan de nakokiyên di asta jor de encam dane û di vê derbarê de niyeta berpirsên Partiyê li herêma kurdistanê PDK heye ku hejmarek ji endamên çalak ên partiya PDKS li Sûriye rawestîne û ji nava Partiyê derxin bi hinceta ku amadekariyên wan hene derbeyekê li dijî endamên partiyê yên li dervey Sûriyê de bikin. Çavkaniyê berpirs ê di nava (ElPartî) de destnîşan kir ku siyaseta ku ji aliyê partiya wan ve ku di dema dawî de hate meşandin rê da ku hejmarek ji endamên wê partiyê yên li Sûriye kombûnekê cuda ava bikin ku ew biryar û siyaseta wê ya li ser endamên partiyê ferz dike red dike.

Ji aliyekî din ve çavkaniyê berpris tekez kir ku nakokiyên di nava partiyê de bû sedem ku berpirsên partiyê yên li dervey Sûriye lidarxistina kongira partiyê ya asayî asteng bikin û ev jî ji ber tirsa veqetandina fermî ya ji nava partiyê ye ku ev li ser çapemeniyê were eşkere kirin ku ev dê bandorê li rol û karê wan bike.

Di heman demê de raporên çapemenî eşkere kirin ku partiya bi navê (ElPartî) niyeta wê heye ku kongira xwe li herêma kurdistanê lidarbixe ku ev dibe berteka di ava partiyê li Sûriye ku kongir ji dervey îradeya wan were lidarxistin û ji aliyê PDK a herêma kurdistanê ve were birêvebirin ku wekî beriy niha gelek caran ev li ser endaman ferz kirine.

Ev gav di demekê de tê ku hewildan hene ku veqetandin di nava Elpartî de li ser şopa Yektîtî pêk bê ku partiya dawî jî di encama nakokiyên hindirîn de bû du parçe ku her yek li gorî bercewendiyên xwe yên taybet û li gorî aliyê bi ser ve xizmetê dike.

29.06.2019

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً