LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Deyardeya Serbaz û Berpirsên rêjîma Sûriye bi Jinan re

Deyardeya Serbaz û Berpirsên rêjîma Sûriye bi Jinan re

HESEKÊ- Lîstokên rêjîma Sûriye li dijî civakê bi rengên cûr be cûr berdewam dike. Vê carê jî keçên di zanîngehan de ji bo bercewendiyên endamên xwe yên kesayetî bi kar tîne. Di heman demê de jinên zewicî jî dixin bin bandora xwe de û ji bo wan kar dikin.

Di meha Hizêranê de ezmûnên refên 9, lîsa giştî û zanîngehan destpêkir, leşkerên rêjîma Sûriye û serbazên wê yên bi ser şaxên ewlekariya rêjîma Sûriye ve, bi keçên xwendekar re didan îqna kirin ji bo ku ezmûnên xwe baş bi dawî bikin, ewê li gor xwestekên wan ên cinsî tevbigerin.

Xwendekareke refa 12 (lîsa giştî) ya ku ne xwest navê wê were nas kirin (M Y) diyar kir ku leşkerekî rêjîmê doza karê bê exlaqî ji wê kiriye. Keça bi navê (M Y) got: Ez tirsiyam û ji tirsa ez ji ezmûnan qut bûm.

Mînak û rêbazên ku vê mijarê tesbît dikin pir hene. Keça bi navê Hîbe di zanîngeha hiqûq de dixwîne ,Hîba çîroka hevala xwe Emel eşkere dike û got: Emel keçek 22 salî ye, têkiliya wê bi leşkekî ber deriyê zanîngehê re hebû bi navê (Yasir) ji bo ku Emel derbasî sala 3 an ji xwendina xwe bibe bi vî leşkerî re kete nava têkiliyeke cinsî, di encam de Emel du canî bû. Li gorî agahiyên ku hatin parve kirin, serbazê bi navê Yasir, Emel tehdîd kir ku divê ji wê zarokê xelas bibe yan jî ewê wêneyên wê ji malbata wê re bişîne.

Asta têkiliyên cinsî ji keçên xwendekar derbas bû

Ev ne cara yekemîn e ku serbazên rêjîmê van kiryaran pêk tînin, lê belê ji asta xwendekaran derket û derbasî nav jinên zewicî bû û têkiliyên bê exlaqî bi wan re da fêr kirin.

Jinên ku ji ber rewşa şer li heremên Reqa û Dêra zorê koçber bûn û berê xwe dan parêzgeha Hesekê ji aliyê serbazên ewlekariya rêjîma Sûrî ve bi karê exlaqî re rast hatin û li beramberî her şertekî wan ê jiyanê karê bê exlaqî tê xwestin. Li gorî çavkaniyên herêmî ji parêzgeha Hesekê rastî buyerên bi awayî hatin ku gelek serbaz bi jinên Dêrî û Reqa re hatine dîtin û taybet ev li xwaringeh û bexçeyan çêbûne ku bûye buyerên ji rêzê wekî bexçeyê ElWaha. Çavkanî amaje bi wê yekê kir ku ev serbest tê kirin û tevgera wan serbazan tê kirin ji ber ku hemû di herêma çargoşeya rêjîmê de tê kirin.

Kesê bi navê Mehmûd elî ku welatiyekî Hesekê ji taxa Til hecer e got ku ew tevgera xwe ji çargoşeya rêjîmê qut kirine ji ber buyer û tevgerên bê exlaqî yên li wê deverê û ew ji neçarî her carê riya xwe dirêj dikin û gelek caran pêwîstiyên xwe pêk naynin.

01.07.2019

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً