LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Keştiya petrolê ya ber bi Sûriyê ve hate rawestandin

Keştiya petrolê ya ber bi Sûriyê ve hate rawestandin

NAVENDA NÛÇEYAN-Hikumeta Cebel El-Tariq keştiya petrol ku guman dike petrolê ber bi Sûriyê ve dibe, li peravên xwe rawestand.

Li gorî kenala BBC a Brîtanyayê, serokê hikumeta Cebel El-Tariq Fabian Piccardo roja pêncşemê ragihand ku hikumeta wî, keştiya petrolê li peravên xwe ku guman dikir ku petrolê ber bi Sûriyê ve dibe, rawestandiye. Di vê çavçoveyê de hikumeta Cebel El-Tariq yekser bergiriyên rawestandina keştiya petrolê ya ku ber bi Sûriyê ve diçû, girtin.

Sedema rawestandina keştiyê ew e ku yasayên cezayên Yekitiya Ewropayê (YE) binpê kirin.

Têkildarî mijarê hikumeta Cebel El-Tariq daxuayniyek weşand û got: “Li gel me sedem hene ku tê pêşbînkirin ” Grace 1″ petrola xam dibir filtera Banyasê ya ku cezayên YE’yê li ser Sûriyê hatine ferizkirin.” Di berdewamiya daxuyaniyê hate gotin:”Fermana rawestandinê bi rêya destwerdana hêzên deryayî yên Bratanyayê vê sibehê, pêk hat.

Cezayên Ewropayê yên li ser Sûriyê hatine ferzkirin ji dawiya 2011’an ve bû û di Gulana borî de jî heta Hizêrana 2020’an hate zêdekirin. Ew jî qedexekirina petrol û cemidandina tevahî heyînên Banka Navendî ya Sûriyê yên li YE’yê ne.

04.07.2019

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً