LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Li dijî AKP partiyek dijber tê ava kirin

Li dijî AKP partiyek dijber tê ava kirin

NAVENDA NÛÇEYAN- Navenda STRATFOR a lêkolînên stratejîk û ewlekarî di riya gotarekê ku weşandiye de eşkere kir ku têkçûna Serokê Tirkiye Erdogan rê li ber parçebûn û veqetandina di nava partiya AKP de vekir û li dijî wê niha di hundir Tirkiye de partiyek dijber tê avakirin ku armanca ku xuya dibe bi dawîkirina desthilata Erdogan e.

Partiya desthilat a AKP ji ber têkçûna di hilbjartinan de rastî windahiya bajarên mezin hat li Stenbûl, Enqera û heremên din. Li gorî rapora çavdêriya rewşa hundir a Tirkye dê di rojên pêş de di nav partiya AKP de parçebûn çê bibe û hevalbendên Erdogan ji partiya wî veqetin ku armnca wan avakirina partiyek siyasî dijberî wê ye.

Erdogan bi dûbarekirina hilbijartinên Stenbûlê di 23 Hizêranê de û hewildana bidestxistina dengan, bû encama rewşa ku niha Tikriye tê de derbas dibe ku di nava alîgirên partiya AKP de ne bawerî da avakirin ku Erdogan xwest bi zorê serkeftina xwe feriz bike.

Ji aliyê xwe ve Îmam oglo bi xebateke erênî di nava giştî Tikriye de rabû ku hilbjêran ew xelat kir, li gorî xuya dibe ku desthilata Erdogan rastî gefê tê ku vê desthilata xwe di hilbjartinên serokatiyê yên sala 2023 an de winda bike.

Ji aliyê xwe Erdigan ketiye tevgerê û dê li sernaserî 4 salan piştgiriyê bide şarederên dijber ne tenê li Enqera û Stenbûlê lê belê li hemû Tirkiye da ku partiya xwe ya AKP di rêza desthilata jor de bihêle.

Li Tikriye di nava Partiya AKP de hejmarek ji berpirsên wê partiyê amadekariyên istfeya xwe dikin da ku partiyeke siyasî dijber ava bikin ku ev di encama nêzîkbûna bi dawî hatina Erdogan e. Serokê berê yê AKP Abdullah Gul û Wezîrê Derayî yê berê Elî Babacan serkêşiya vê partiyê dikin ku ev ji bo Erdogan derbeya herî mezin a hilweşandina desthilata wî ye.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku lewaziyek mezin di nava Partiya Erdogan û desthilata wî de encam daye ku ne mumkine baweriya piştevanê xwe vegerîne wekî berê di demeke ku bê baweriya li dijî Erdogan û partiya wî ji ber parastina desthilata xwe ye, bê ku ti xebatekî ji bo gelê Tirkiye bike.

08.07.2019

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً