Di van demên dawî de û li gorî dane û buyerên ku li heremê rû didin de liv û tevgerên Istixbaratî yên dagirkeriya dewleta Tirk û Rêjîma Baas derketine holê, diyar e ku rengekî hevkariyê li dijî statoya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û civaka Kurd dide diyar dikin.
Dagirkeriya dewleta Tirk bi gelek rê û rêbazan mudaxeleya heremên Sûriye dike û ji van jî li gorî rewşa dawî ya herêma Şehba li Bakurê Sûriye her ji bo sizmekirina jiyan û saziyên li Şehbayê û heremên din ên rojhilatî Firatê di nava tevgerê de ye.
Dagikeriya dewleta Tirk bi rêya istixbarata xwe ya MÎT ê herî dawiyê li herêma Şehbayê bikaranîna jinên bi eslê xwe ji Efrînê dike, li gorî agahiyên ku ji heremê hatine bidest xistin, di van demên dawî de her çend rojan hin jinên bi eslê xwe ji Efrînê ne bi navê serdana xizmên xwe yên li Şehbayê yan reva ji Efrînê bi tena xwe derbasî Şehbayê dibin. Hate zanîn ku taybetmendiyên wan jinan hemû bi karê bê exlaqî û bikaranîna hebeyên hişbir tên naskirin. Li kêleka van karên xirab ên ku di nava wê civakê de belav dikin de, ev jin propoganda dagirkirina Şehba ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê de belav dikin.
Şebekeyên MÎT a dewleta Tirk bi vî awayî kar û xebatê xwe li wê heremê dike, lê li gorî rewşa herêma Rojhilatî Firatê şêwazê şandina kesên perwerdekirî ji aliyê dewleta dagirker ve yên bi eslê xwe ji heremên Mertala Firatê ne û di destê wan de belgeyên fermî hene ku li Tirkiyê karê civakî dikirin an dixwendin derket holê.
Hevkariya dagirkirina Efrînê li gorî gelek analaîzvan û daneyên belgekirî, Rêjîma Baas a desthildariya Sûriye jî xwedî pareke mezin bû. Li kêleka karê dagirkeriya dewleta Tirk, astengiyên ajanên rêjîma Baas ji jiyana penaberên Efrînê re û bi taybet li bajarokên Til Rifat û Dêrcimêlê her ku diçe zêdetir dibe.
Li gorî agahiyên ku ji heremên nav borî hatine girtin, rêjîma Baas deriya qaçaxçîtiya ber bi Helebê û Efrînê de vekirî hiştiye, bi taybet bi destê çekdarên bajarokê Nibilê û Zehra, yên ku girêdayî hin serbazên Ewlekariya Leşgerî û Ewlekariya Dewleta Sûriyê ne, wekî Mûlazêm Ewel ê bi navê Hûsam û hin kesên ji asta wî bilindtir jî. Herî dawî mûlazim Hûsam erk daye Mixtarê navçeya Fêfînê ku ji bo 35 kesên alîgirên wan yên li herêmên Mertala firatê cih li gundê Fêfînê amede bike.
Di heman demê de rêjîma Baas ji wê zêdetir ji bo jiyana welatiyan di riya ajanên xwe de pêdîviyên penaberên Efrînê pêk naynin û ew rastî şêwazên ne mirovî yên danustandinan tên. Her weha derbarê berhema Genim jî, bi destê ajanên rêjîmê kesên xwediyê zeviyên Genim berhemên xwe derbasî Helebê dikin û li ser sivîlên heremê qut dikin.
Rêjîma Baas li aliyekî din dixwaze ji rewşa rojhilatî Firatê sûd bigre, lewra ji alîgir û ajanên xwe yên li rojhilatî Firatê civînek di 20 Hizêranê de lidarxist. Di civînê nûnerên eşîreyan ên rojhilatî Firatê û alîgirên rêjîmê li parêzgeha Helebê di Otêla Mêrdiyen de kom bûn. Li gorî encamên civînê Rêjîmê daxwaz kir ku şewata berhemên Genim yên li rojhilatî Firatê bi hemû awayan bi ser hêzên QSD ê ve bibin.
Li gorî tevgera rêjîma Baas di heman demê de gelek gavên din bi destê partiyên girêdayî xwe li Helebê avêt, bi taybet li dijî partiya PYD ê û pêşxistina tevliheviyên li taxa Şêx Meqsûd. Ev yek jî ji aliyê partiya ElÎradê ElŞebiyê û Partiya Demokratîk a Sûriyê de di 15 Hizêranê de hat diyar kirin.
Rewşa giştî a heremên Sûriye û taybet xebatê li dijî pêkhateya Kurd û giştî eşîre û partiyên li bakur rojhilatê Sûriye xuya dike ku plansaziyek lihevkirina herdu rêjîmên Baas û dewleta Tirk e. Berhemên tensîqên dewleta Tirk û rêjîma Baas ewe ku li bajaroka Til Rifatê û gundê Til Qirahê û Fêfînê û hin deverên din yên Şehbayê bi dehan malbatên Kurd koçber bikin û li şûn wan malbatên Ereb ji heremên Mertala Firatê lê hatine bi cih kirin, tevî zêdebûna hejmara malbatên Ereb li gundên Kefer Naye û Kefer Nasêh.
Rastiya vê tensîqê jî êrîşekî berfireh a li ser seranserî bakur rojhilatê Sûriye ye û bi taybet herema Şehba, armanc ewe ku Kurd ji Şehba derxin û ber bi Efrînê yan Helebê de rêkin û welatiyên Şehba û bi taybet yên Ereb vegerînin. Armanca vê hevkariyê ewe ku rêjîma Sûriyê heremê veguherîne heremeke Ereb û di demên pêş de ger ku dengdayînek hat kirin, bikaribe heremê qezenc bike. Li aliyekî din wê di demên pêşî de rêjîm deriyê lihevkirinê ji bo kesên di nava çetan de veke, bi wê jî çeteyên li heremên dagirkirî di metirsiyê de ne û li deriya revê digrin, wê berê xwe bidin lihevkirinên bi rêjîmê re.
Armanca dewleta dagirker a Tirk jî ewe ku wê ji daxwaza çeteyên ji herema Şehba ji bo ew vegerin heremên xwe pêk bîne, ji ber ku bazarên wî bi Rûsan re negihîşt encama ku destûra dagirkirina Şehba bigre.
Li gorî agahiyên ber dest jî di navbera Istixbarata rêjîma Baas û dewleta Tirk de di 28 û 30 Hizêranê de li gundê Endarê yê navçeya Şêrawa ya bi ser herêma Efrîn a dagirkerî ve civîn hatine lidarxistin, bê ku encamên van civînan an naverokên wan zelal bibin.
11.07.2019
Rojev24