LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Dewleta Tirk bi Ensar ElŞerî’a, li hemberî komên ASA

Dewleta Tirk bi Ensar ElŞerî’a, li hemberî komên ASA

Piştî şer û pevçûnên ku li Idlibê di navbera (Heyet Tehrîr Elşam) û hin grupên çete yên girêdayî dewleta Tirk de rû dan, ku di encamê de hejmarek komên ASA yên bi navê Artêşa Niştîmanî (Elceyş elwetenî) têne nas kirin, biriyara vekşîna xwe ji Idlibê dan û berê xwe dan Ezaz û Efrînê. Artêşa rêjîma Sûriyê û milîsên bi ser ve pêngaveke leşkerî bi navê (Rizgarkirina Idlibê) li ser parêzgeha Idlibê û gundewarên parêzgeha Hemayê destpê kirin, di encama vê yekê de gelek komên dîtir jî ji Heyet Tehrîr Elşam veqetiyan û çeteyên xwe ber bi bi Ezaz û ElBab ve rêkirin.


Derbarê van buyerên ku di dema dawî de qewimîn e, hate zanîn ku li heremên di bin serweriya mertala firatê de, kesê bi navê Elî ElSerhanî” bi nasnav Ebû Ebdullah El Idlibî” yê ku berê serçeteyê (emîrê) emniyata DAIŞ’ê bû, niha cihê xwe di rêvebirina tugeya Ensar Elşerî’a de digre, ev tuge ji aliyê MÎT a Tirk ve hatiye erkdar kirin ku grupên opozisyonê (ASA) yên ku beşdarî şerê Idlibê nebûne werin tesfiye kirin. Li gorî agahiyan di 27 Nîsanê de Ensar ElŞerî’a dest bi operesyonên suîqast û revandinê li deverên mertala firatê kirin bi taybet li Ezaz, ElBab, Cereblus û Mari’a, di encama de hejmarek serkirdeyên Artêşa niştîmanî û grupên pêve girêdayî weke tugeya Sulêman Şah, Feyleqa Duyemîn, Feyleq Elşam û tugeya Şuheda Xiwêran hatin hedef girtin. Di bîlançoya mehekê ya vê operesyonê de 17 serkirde û berpirsên grupên mertala Firatê li Ezazê bi tenê hatine tesfiye kirin, her wiha zêdetirî 20 çeteyên artêşa niştîmanî hatine revandin û heta niha rewşa wan ne diyar e. 
Di heman demê de hate zanîn ku hin berpirsên Ensar El-şerî’a tevî Ebû Ebdullah ElIdlibî di 5’ê Gulanê de li bargeheke artêşa dewleta Tirk li gundewarê bajarê Ezazê bi hejmarek serkirdeyên artêş û MÎT a Tirk ve civiyan, li gor agahiyên hatine bidest xistin ev civîn zêdetirî 2 saetan dirêj kiriye.


Ensar El-şerî’a tugeyeke girêdayî MÎT a Tirkiye ye û li gorî ferman û biriyarên istixbarata dewleta Tirk li Sûriye tevdigere û rewşa dawî ku li Idlib û Ezazê rû da vê yekê isbat dike, ku ev tuge li Helebê tevî 13 komên terorîst di 2015 an de hatiye îlan kirin, ku dilsoziya xwe ji ElQa’îde, Daîş, û Heyet Tehrîr ElŞam re eşkere kirine, lê cihê tevgera wê li navçe û deverên mertala firatê û dewleta Tirk e.

Ji aliyekî din ve û di gelek operesyonên tesfiyekirinê de yê girêdayî istixbarata Tirkiyê derheqê grupên opozosyona Sûrî de bi roleke girîng rabûye û taybet di navbera salên 2016 heta 2018’an de, herî dawî jî, ji aliyê MÎT a Tirk ve hate erkdar kirin ku hejmarek serkirdeyên artêşa niştîmanî yên ku ji bin fermana dewleta tirk derketine tesfiye bike. Plana MÎT wiha bû ku 15 komên artêşa niştîmanî ji bo şerê Idlibê rê bike da ku wan li xetên şer tesfiye bike, lê ev yek bi ser nekt ji ber ku 13 kom ji wan vekşiyan ber bi Ezaz û ElBab û du kom jî beşdarî şerê Idlibê bûn û li wir hatin tesfiye kirin, ji ber vê yekê MÎT dest bi plana (B) kiriye ku ew grupên vegeriyan e û li Ezaz û ElBab bi cih dibin, bi destê tugeya Ensar El-şerî’a bide tesfiye kirin, operesyona tesfiyekirinê kete meha xwe ya 3’an de û heta niha berdewam e.

Hêjayî bi bîr xistinê ye ku dewleta Tirk armanca wê ewe ku komên çete yên ku li gorî itîfaqa bi Rûsya re daye, wan ji holê rake an jî berê wan bide heremên ku bercewendiuyên Tirkiye lê hene.

15.07.2019

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً