NAVENDA NÛÇEYAN-Li gorî çavkaniyên ji herêma Başûrê kurdistanê hatine gritin, hate eşkere kirin ku leşkerên artêşa Tirk a dagiker li gundên bakurê parêzgeha Hewlêrê hatine dîtin ku ew bi rehetî di nava gundana de tevger dikin wekî ku li Enqera paytexta xwe ne, ne ku li dewleteke federal xwedî destûr e.
Çavkanî destnîşankir ku dewleta Tirk wekî ku ew dixwaze bi awayekî bê destûr derbasî nava xaka Iraqê bûye û li cografya wê heremê tevdigere tevî leşker û çekên xwe, di nava vê tevgera dewleta Tirk a li nava Iraqê de hikûmeta Iraqê û Hewlêrê bê dengî raber kirine û derbarê dagirkeriya dewleta Tirk ti helwest eşkere nekirine, ku dewleta Tirk niha di nava xaka bakurê wî welatî bi cih dibe.
Çavkanî amaje bi wê yekê kir ku dewleta Tirk li gorî wêneyên ku ji heremê derketine derbasî gundê Şaban yê bi ser navçeya Sîdkan ve bakurê Hewlêrê bûne û di heremê de wekî ku ew dever rizgarkirine û ya wan e tevdigerin ku di nava xelkên wan gundan de tirs didin ava kirin ku tevgera xelkê wan gundan asteng kiriye.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji dema dewleta Tirk derbasî nava wan gundan bûye, xelkê heremê nikarin herin ser karê xwe. Di heman demê de ji aliyê dewleta Tirk ve gule têne berdan her dem da ku xelk ji malên xwe dernekevin û dewleta Tir rehet planên xwe ên di nava Iraqê û herêma Kurdustanê de pêk bîne.
18.07.2019
Rojev24