LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Hêzên Rejîma Surî ji dikandarên Qamişlo û Hesekê xeracê distînin

Hêzên Rejîma Surî ji dikandarên Qamişlo û Hesekê xeracê distînin

NAVENDA NUÇEYAN- Esnafên li çargoşeya ewlehiyê yên Qamişlo û Hesekê diyarkirin ku leşker û polîsên rejîma Sûrî bi zorê xeracê ji wan distînin.

Hat ragihandin ku di demên dawî de leşker û polîsên rejîma Sûrî zext û zordarî li ser gel û bi taybetî jî esnafên (dikandarên) çargoşeya Ewlehiyê yên li Qamişlo û Hesekê ku di bin qontrola rejîmê de ye dikin. Li gor agahiyên ku dikandarên Qamişlo û Hesekê li herêma ku jêre çargoşeya ewlehiyê tê gotin leşker û polîsên girêdayî rejîmê zext û zorê li ser gel, esnaf û karmendên wê heremê dimeşîne. Esnafan diyarkirin ku leşker û polîsên girêdayê Rejîmê ji esnafan xerac distîne û heta niha gelek esnaf ji ber vê yekê dikanên xwe girtine û esnafên ku li wirin jî ji vê rewşê nerazîne. Li gor çavkaniyên ku ne xwestin navên wan eşkere bibin M.E.S û F.E.H, kesê ku nerazîbûna xwe nîşan dide, ji aliyê leşker û polîsên Rejîma Surî ve ji derxistina wir an go bi qewitandinê têne tehdîd kirin.

Leşker û polîs gel tehdîd dikin!

Esnafan anîn ziman ku leşker û polîsên rejîmê di herêmên çargoşeya ewlehiyê yên Qamişlo û Hesekê de ne pergalekî çetewarî afirandine û gelê li wê herêmê di bin wê pergala xwe de difetisînin. Esnafan, destnîşan kirin ku zexta leşker û polîsên rejîmê li ser gel her diçe zêdetir dibe û kesê ku nerazîbûna xwe nîşan didin jî bi girtin an jî qewitandina ji wê herêma ku di bin qontrola rejîmê de ye tehdîd dikin.

Ji bo vê rewşê esnafên M.E.S û F.E.H ku ji ber ewlehiyê nexwestin navê wan aşkere bibe bertekê xwe anîn ziman û ev tişt gotin: “Em û milletê li herêmê, ji leşker û polîsên rejîmê nerazîne. Leşker û polîs ji me, ji esnaf û karmendên ku li herêmê kar dikin bi zorê xeracê distîne yên ku nadin jî tehdît dikin. Her dema kesekî nerazîbûna xwe nîşan dide, leşker û polîsên Rejîma Surî wan bi astengkirina çûn û hatina derve, nehiştina kar-xebat meşandinê tehdît dikin. Rewşa me ne başe, milet ji leşker û polîsan nerazîne, zext li ser me tê kirin, leşker û polîs me tehdîd dikin. Em nizanin çi bikin? Çend esnafan ji ber vê yekê dikanên xwe girtine. Tên xerac distînin û diçin.

Esnafê li herêmê ne razîne, gelek ji wan li ber îflasê ne. Gelê li herêmê di tengasiyê de ye û li rêyekî çareseriyê digerin.”

20.07.2019

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً