REQA-Di demekê de ku di 22 Tîrmehê de Nûnerê taybet yê Amerîka li Sûriya James Jeffrey serdana Enqerayê dike, li herêma Eyn Îsa a di bin serweriya meclisa MSD de civînek taybet di navebra fermandarên hêzên QSD û hêzên Amerîkayê de pêk hat.
Li gorî agahiyên ku ji herêma Eyn Îsa li gundewarê bakur rojhilatê Reqayê hatine bidestxistin, duh di 22 Tîrmehê de civînek di asta jor de di navbera hêzên QSD û serokê herêma navîn a fermandariya navendî ya artêşa Amerîkayê de hate lidarxistin. Li gorî agahiyan, civîn li ser rewşa heremên Bakur Rojhialtê Sûriye, avakirina herêma “bi ewle” û rewşa herêma Efrîn hate nîqaş kirin.
Çavkaniyan eşkere kirin ku civîn di navbera Ceneral Mezlûm Ebdî fermandarê Giştî yê Hêzên QSD ê û Gaius Valerius Mckenzie fermandariya navendî ya artêşa Amerîka de pêk hat. Her weha di civînê de nûnerê taybet yê Hevpeymana navdewletî ji Rojhilata Navîn William Rubak amade bû.
Di civînê de nîqaşê hatine kirin ku herêma bi ewle a ku Tikriye dixwaze li heremê ava bike wê di kîjan çarçoveyê de be û li kêleka wê jî nîqaş li ser pêşeroja Efrîn hate kirin.
Hêzên QSD şerta wê ya sereke rizgarkirina herêma Efrîn ji dagirkeriya dewleta Tirk e, mijara sereke ya civîna duh ew bû ku Efrîn jî di nava vê herêma bi ewle de be, ku dirêjahiya wê di aliyê hindir de dighêje 5 KM û bi garantiyeke navdewletî be.
Ji aliyekî din ve bi têkbirina DAIŞ di warê cografî de li Sûriye û girtina hejmarek zêdetirî 4 hezar serçeteyên DAIŞ di girtîgehên hêzên QSD ê de nîqaş hate kirin ku çawa werin darizandin.
Hêjayî bi bîrxistinê ye ku niha li Enqerayê James Jeffrey danustandinan bi berpirsên Tikriye re dike, dê di civînên wan de nîqaş li ser herêma bi ewle were kirin, bê ku heta niha ti encam derkeve.
22.07.2019
Rojev24