LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Derewên ku QSD’e li girtiyan îşkence dike!

Derewên ku QSD’e li girtiyan îşkence dike!

QAMIŞLO – Derket holê ku vîdeoya di tora civakî de qaşo hêzên QSD’ê ku ya gelan ji destê dijminê mirovahiyê rizgar kiriye îşkence li girtiyan dike. Ev vîdeoya ku bi taybetî di malperên girêdayên MÎT’ê û hêzên dixwazin QSD’ê xirab bidin nîşandan de tê weşandin de, ev gotina berê ya kurdan tîne bîra mirov: “Keçelo navê min li te kuma min li serê te.”

Ev demeke ku bi taybetî di malperên înternetê yên girêdayên îstîxbarata dewleta tirk a dagirker (MÎT) û hêzên ku dixwazin Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê xirab bidin nîşandan, vîdeoyekê ku qaşo QSD li girtiyan îşkence dike tê belav kirin. Vîdeoya ku di avahiyekê nayê zanîn li ku ye de, bi dîwarê ve ala QSD’ê bi awayek amatorî hatiye daliqandin, di ber de qaşo yek bi kincên (uniformaya) QSD’ê, bi jop û daran li du girtiyan dixin, hatiye belav kirin.

Ev lîstikvan pir amator in!

Ji aliyê van kesan ve jî berê de gelek vîdeoyên qaşo şervanên YPG’ê erdê çandiniyê, bax û baxçeyên xelqê dişewitînin û li ber agir govendê digerînin hatibû belav kirin. Lê piştre derketibû holê ku ev vîdeo piştî rizgarkirina Dêrezorê şervanên QSD’ê bi gelên ku wan rizgarkiribûn re govend digerandin bû. Di vê vîdeoyî de jî xuya dike ku wek van hewildanên berê senaryoyek hatiye avakirin û kesên di vîdeoyê de jî wek e lîstikvanên filman lê bi awayek amatorî (Ecemî) dilîzin e.

Ji aliyê gelek ragihandinên cîhanê ve ku pêngavên rizgarkirina hem yên Eyn îsa, Karakozaq, Minbic, Tebqa, Reqa û herî dawî de jî Dêra Zorê de, dîmen û wêneyên çeteyên DAIŞ’ê yên birîndar ku dîl diketin dest ji aliyê şervanên QSD’ê ve birînên wan derman dikirin, dihatin weşandin û di hêla exleqiya şer de ders didan hemû cîhanê. Hat diyarkirin ku şervanên QSD’ê yên ku ew çeteyên DAIŞ’ê kesên dîl digirtin vekirî di vîdeoyan de serê mirovan jê dikirin û an jî dişewitandin, muameleya baş li wan dikirin, bi vîdeoyek wiha dê nikaribin nêzîkatiya gel a li beranberê QSD’ê xira bikin.

Ev vîdeoya ku di malperên girêdayên bi taybetî MÎT û hêzên dijmirovahî ve tên weşandin, ev gotina pêşiyan ên kurdan tîne bîra mirovan: “Keçelo navê min li te kuma min li serê te.”

25.07.2019

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً