LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Dewleta Tirk tevgera DAIŞ’ê aktîv dike

Dewleta Tirk tevgera DAIŞ’ê aktîv dike

NAVENDA NÛÇEYAN- Dewleta Tirk bi mebesta ku endamên DAIŞ cardî li Iraq û Sûriye aktîv bike de, gefên xwe yên êrîşê bi zanebûn dike, hêzên QSD’ê jî neçarin ku sînorê heremên di bin serweriya xwe de biparêze û hêzên xwe ji heremên wekî Dêra zor bikşîne û li ser sînor bi cih bike.

Girêdayî rewşa ku li heremên Bakur û rojhilatê Sûriye de diqewime, her weha li heremên Irqaê, ev demeke ji nû de çalakiyên DAIŞ zêde bûne ku şaneyên wê gelek çalakiyan li heremê dikin.

Herî dawî li Daqûqê başûrê Kerkukê duh di saetên şevê de malbatek rastî êrîşekê tê ku 9 kes ji wê malê têne kuştin, di nav de zarokek jî heye. Di vê navberê de li gundê Dara beriya nîv saetê ji êrîşa li ser welatiyan, çeteyên DAIŞ êrîşek pêk anî ku du hawan li mala hemwelatiyên kurd ketin.

Di heman çarçoveyê de jî çeteyên DAIŞ li bakur rojhilatê Sûriye gelek çalakiyan pêk tîne ku li gorî berpirsên ewlekariyê gelek şaneyên DA IŞ di vê demê de aktîv bûne.

Di lêkolînkirina vê mijarê de, di nava vê demê de di eynî dema gexwarinên dewleta Tirk a li ser başûrê kurdistan û Sûriye ku dewleta Tirk ev demeke bi daxuyaniyên xwe gefa êrîşa van hereman dike. Ji aliyekî din ve jî dewleta Tirk li ser sînorê herêma Girê spî gelek sewqiyeta leşkerî kişandiye da ku gefa xwe bi belge bike. Ev buyer rastî buyerên çalakiyên DAIŞ tên ku dewleta Tirk derfetê jêre vedike ku tevgera xwe çalak bike û ew yek jî bi destekdayîna endamên DAIŞ da ku hêzên QSD ên ku li gelek noqteyan çalakiyan bi ser DAIŞ de pêk tîne ji holê rake û vê hêzê bi rewşa sînor re mijûl bike.

Hêjayî bi bîr xistin ye ku hêzên QSD’ê hêza parastina bakur û rojhilatê sûriye ye li hemberî her erîşî xwedî erka parastinê ye. Niha jî li hemberî erîşên dewleta Tirk neçare ku piraniya hêzên xwe li seranserî sînorê Tirkiyê-Sûriye bi cih bike. Ji bo vê jî hêzên xwe yên leşkerî ji herêma Dêre zorê neçare bikşîne. Ev jî wê rê li ber wê yekê veke ku DAIŞ ji nû ve zindî bibe. Dewleta Tirk jî vê dixwaze û bi vê zanebûnê erîşî bakurê rojhilatê Surî dike.

25.07.2019

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً