NAVENDA NÛÇEYAN- Li dijî xelkê gund û bajarên herêma kurdistanê di nav de Mexmûr, Dihok û Hewlêrê, her cureyê astengkirin û zextê ji aliyê Asayîşa herêma kurdistanê bi MÎT a Tirk re tê kirin. Herî dawî jî PDK meleyên herêma kurdistanê şîret û hişyar dike ku li dijî PKK biaxivin.
Di Rojnameyekê de li bajarê Dihokê ku bi zimanê Behdînî weşanê dike, di gotareke sereke de eşkere dike ku PDK ji xelkê başûrê kurdistanê dixwaze li dijî PKK derkevin û axaftinan bikin. Vê carê PDK meleyên mizgeftan şîrt dikin da ku bandorê li xelkê bikin û ji wan re gotiye divê hûn xelkê li dijî PKK derbixin da ku wan qebûl nekin û PKK teşhîr bikin.
Çavkanî amaje bi wê yekê kir ku PDK hevkariya bi dewleta Tirk re derxistiye asta herî jor, gelek tepeyên ku di bin serweriya pêşmeregeyan de bû, ji dewleta Tirk re hatine vala kirin, her weha di gelek riyan de derfeta derbaskirina çek û madeyên locistîkê ji dewleta Tirk re vekiriye.
Di heman demê de dewleta Tirk di riya agahiyên ku ji Parastin digre di dema dawî de gelek noqteyên bicihbûna PKK topbaran kiriye ku di encama wê de gelek xelkên gundan jiyana xwe ji dest dane.
Ji aliyekî din ve çavkaniyan destnîşan kirin ku tevgera xelkê tê asteng kirin ku wargeha penaberan a Mexmûrê di bin zext û dorpêça PDK’ê de ye. Asayîşa PDK’ê ev 13 roje nahêle şêniyên Mexmûrê biçin Hewlêrê. Nexweşên giran jî di nav de bi sedan karker û welatî her roj ji aliyê hêzên PDK’ê ve tên vegerandin.
Li hemberî vê helwestê şêniyên Mexmûrê dixwazin rehet tevgbigerin û ber bi Hewlêrê bimeşin. Şêniyên Mexmûrê hîn ji wargehê derneketin, ji aliyê leşkerên artêşa Iraqê ve hatin asteng kirin. Bi sedan leşkerên Iraqê rê li Mexmûriyan girtine û nahêlin ji wargehê derkevin.
30.07.2019
Rojev24