LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / PDK’ê dezgehên çapemeniyê xistiye bin xizmeta Tirkiyê de

PDK’ê dezgehên çapemeniyê xistiye bin xizmeta Tirkiyê de

NAVENDA NÛÇEYAN- Piştî ku endamê MÎT yê cîgirê qonsilê Tikriye hate kuştin, PDK ji tirsa xwe ya ji dewleta Tirk û gefên dewleta Tirk bi ser de, di encama buyera ku qewmî de, hevkarî û alîkariya bi dewleta Tirk re di nava xaka başûrê kurdistanê de derxistiye asta jor. PDK sazî û dezgehên medyayê jî xistiye bin xizmeta dewleta Tirk de.

PDK’ê bi saziyên medyayê yên di destê xwe de dest bi weşanên wekî ‘Anadolûdan Gorunum’ a TRT’ê jî kir.

Beriya du salan ji aliyê tevgera PKK du endamên paya bilind ên MÎT a Tirk hatin girtin û ji encamê lêpirsîna bi wan re gelek mukirhatin ji ragihandinê re hatin eşkere kirin. Herdu rêveberên MÎT’ê li navçeya Dukanê ya Silêmaniyê hatin girtin. Di encama îtîrafa wan de çalakiyên sîxûrtî yên di nava başûrê kurdistanê de eşkere kirin. Xebatê dewleta Tirk a di riya endamên xwe yên MÎT di nava Başûrê Kurdistan û Iraqê bi giştî de di her alî de hate kirin, di warê serdegirtin, çalakî, çapemenî û hwd de.

Tevgera PKK di riya çapemeniyê de hin beşên îtîrafên herdu rêveberan weşand, beşek nû yê ku mudaxeleya MÎT di nava partiyên kurdî de yên li başûr de derdikevin holê. Di bernameya Kurmê Darê de yê kenala Sterk TV, endamên MÎT’ê û sîxurên wan qala astengkirin û tasfiyekirina têkoşîna partiyên Kurdî dikin. Di mikurhatina de qala xapandinan dikin.

PDK ciwanên Kurd digre, bi ser malên kurdan de çalakî dike

Dema ku Tevgera PKK, çalakiyên MÎT’ê yên derbarê her çar parçeyên Kurdistanê de di riya îtîrafan de eşkere kir, berpirsê herêma Federal a Kurdistanê yê MÎT’ê Osman Kose hate kuştin. PDK’ê vê çalakiya ciwanên Kurd, ji bo xwe li gel MÎT bihêle û jê veneqete, ji xwe re bi kar anî. PDK’ê hovîtiya Tirkan rewa kir, piştî ku ciwanên Kurd girt û diyar kir ku ciwan sûcdar in û xwestin wan teslîmî Tirkan bikin û 15 endamên MÎT lêpirsîn û işkence li wan ciwanan kirin. Li Başûrê Kurdistanê kesên ji Bakurê Kurdistanê kir hedef û girte ser malên wan, agahî ji gelek kesan hê nayê stendin.

Bernameya “Anadolûdan Gorunume”

PDK’ê bi saziyên medyayê yên di destê xwe de dest bi weşanên wekî ‘Anadolûdan Gorunum’ a TRT’ê jî kir.

Ji aliyekî ve îdîa dike ku ciwanên destgîr kirine, li xwe mikur hatine û ji aliyê din ve jî rêveberên Tevgera PKK a Kurdan deşîfre dike û wan dike hedef. Di destê wan de derbarê PKK de çiqas agahî hebe, dixwazin têkiliya wan û kuştina berpirsê MÎT’ê Osman Kose çêbikin.

PDK bi sazî û weşanên di destê xwe de wekî şaxeke dewleta Tirk tevdigere.

30.07.2019

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً