LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Bi destê dewleta Tirk tevgereke radîkal tê avakirin

Bi destê dewleta Tirk tevgereke radîkal tê avakirin

EFRÎN-Dewleta Tirk bi alava xwe ya MÎT’ê dest bi planên avakirina tevgerên nû yên çeteyan li herêma Efrînê kiriye, dê ev tevger ji herdu tevgerên Huzbulah a Kurdî û Tirkî pêk were, û ev dê wekî komeke radîkal selefî bi destê dewleta Tirk de werin amade kirin.

Dewleta Tirk di berdewamiya piştgiriya xwe ji komên çete re ango avakirina komên radîkal ku planên wê pêk bînin de, di demên dawî de daxwaza isbatên taybet yên girêdayî tugeyên komên çete yên ku li Ezaz û Efrîn ê dimînin de kir, wekî koma Sultan Murat, Mihemed El-fatih û El-cebhe El-şamiye.

Çavkaniyan ji nêz de û li gorî şopandinê eşkere kirin ku armanc ji girtina dateyên li ser tugeyên çeteyan ewe ku beşek ji wan derbasî dewreya Kilisê bikin ku beşdarî perwerdeyên leşkerî bibin, hejmara ew kesên di nava wan de hatin qebûlkirin nêzî 1000 çetî bûn.

Beriya demekê hate ragihandin ku di nava herêma Efrîn de gelek çeteyên radîkal hatine dîtin ku ew bi terzê xwe yê DAIŞ’ê têne naskirin, çavkaniyan di vê derbarê de ji me re tekez kir ku ew çete endamên çeteyên girêdayî (Hizbullah El-kurdî – El-turkî) yê girêdayî MÎT Tirk in, ku wan derbasî Efrîn kirine, her wiha dest bi qonaxên tecnîdkirina kesan di milê çekdarî de ji bo tevlî wan bibin kiriye, û li gor agahiyên hatine bidestxistin hat zanîn ku wan dest bi avakirina navedên perwerdeyê kirine.

Dewleta Tirk hewldanên avakirina hêzeke çekdare radîkal dike ku bi taybet ji Kurdan pêk were bi rêvebiriya Hizbullah El-kurdî li Efrînê bi awayekî veşartî , û dê li cihê wargeha El-tela’î ya li navçeya (Kefer Cenê) werin bicihkirin. Çavkanî destnîşan kir ku ev tevgera nû tevgereke Selfî Tirkî ye.  

Ev tevger dê li dijî heremên Sûriye bi perspektîvên Tirkiye tevger bikin û taybet wê li gorî civînên bi MÎT re êrîşan û derbasbûna heremên Sûriye pêk bîne li gorî bercewendiyên dewleta Tirk.

14.08.2019

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً