LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Bi navê komeleyan projeya Tirkiye di nava xaka Sûriye de diherike

Bi navê komeleyan projeya Tirkiye di nava xaka Sûriye de diherike

NAVENDA NÛÇEYAN-Di demekê de ku heremên Sûriyê yên ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve têne kontrol kirin, li heremên wekî ku bi nav dike (Mertala Firatê û Şaxê Zetytûnê) gelek guhertinên demogrfaî têne kirin, armanca wan guhetinan jî fermiyet û rewabûna dagirkeriya dewleta Tirk e, lê bi rêbazên cur be cur.

Herî dawî û li gorî agahgiyên ku hatine bi dest xistin, di nava pêkhateya Ereb ên li Efrînê û serçeteyan de şaxeke partiya AKP ê ya Sûrî tê avakirin. Tevgerên vê partiyê li Efrînê ji beriya salekê bi awayekî veşartî tên birêxistin kirin. Piştî demekê ji ber nakoiyên di navbera rêveberiya Efrînê de kar û xebata vê partiyê hat rawestandin ji ber hebûn û tevgera vê partiya ya ku nedihat qebûl kirin. Niha ji nû ve bi navê (Komela El Sedaqa El Sûrî – el Tirkî) hatiye aktîv kirin. Kesê vê komelê birêve dibe ji Şamê ye û li Efrînê dimîne bi navê Hemze El Şamî bi nasnav ebû ehmed e.

Li gorî agahiyên li ser vê komeleyê, endamên wê ji seranserî parêzgehên Sûriyê hene yên ku li Efrînê bi cih dibin. Ji bilî wan jî endam ji pêkhateya Kurd jî hene. Ev komele ku di rastiya xwe de karê siyasî dike û dê di rojên cejna Qûrbanê de li Ezazê kongra xwe bi amadebûna serbazên MÎT Tirk û nûnerên ji partiya AKP ji Tirkiye lidarxîne.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku ev ne cara yekemîne ku dewleta Tirk di riya mûnezeme û komeleyên mirovî xebatê xwe yê siyasî di nav xaka Sûriye de dimeşîne.

14.08.2019

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً