NAVEDNA NÛÇEYAN- Di riya belgeyên ku hatine bidestxistin derbarê Rêveberê di Partiya Yekîtî Kurdî li Sûriye PYKS û endamê berê yê Koalisyona hêzên opozisyona Sûriye Fûad elîko de, agahiyên nû yê ketina wî ya karê ku zerarê dighîne Bakur rojhilatê Sûriye de hatine eşkere kirin.
Kesê bi navê Waîl ku di malpera Yekîtî Mîdya de kar dike û yek ji çavkaniyên agahiyan ê sereke ji Fûad elîko re ye, ev yek jî li gorî axaftinên di navbera herdu kesan de ya pir zêde ku heftane di asta herî bilind çê dibe. Kesê bi navê Waîl agahî û karê istixbaratî yê veşartî derbarê ENKS ê de kom dike taybet ên girêdayî berpirsên wê.
Di riya belgeya ku hatiye bidest xistin de Faûd elîko ji kesê bi navê Waîl re agahiyan derbarê Sekreterê Partiya Wekhevî Kurdî li Sûriye Namet dawid dixwaze. Agahî jî di çarçoveya tevgerkirina Namet dawid e, her weha serdanên wî yên saziyên Rêveberiya xweser de ku ev di bin çavdêriyê de be. Ev yek diyar dike de ku di navbera endam û berpirsên encûmena ENKS de şopandin tê kirin.
Ji aliyekî din ve jî Fûad elîko hemû îdayên Namet dawid û behaneyên wî vala derdixe, û dixwaze ku Namet dawid teşhîr bike û di nava ENKS ê de wî derewîn derxe ku têkiliya wî bi Rêveberiya Xweser re heye û bi awayekî fermî serlêdana saziyê wê dike. Di heman demê de Fûad Elîko dixwaxe helwestên Namet dawid ê ku di raporên xwe de , nîşan dide ku Rêveberiya xweser zextan li ser wan dike vala û derew derxe.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku ne bawerî di nava refên encûmena ENKS ê de belav bûye, ev yek ji ber mudaxeleya hin berpirsên di nav ENKS de ye ku di riya çavkaniyên agahiyan ên girêdayî wan ji rojnamevan û endaman da ku şopandina berpirs û endamên ENKS bikin û tevgera wan têxin bin çavdêriyê de.
21.08.2019
Rojev24