LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / ENKS ê projeya istixbarata Birîtanya ye

ENKS ê projeya istixbarata Birîtanya ye

NAVEDNA NÛÇEYAN- Di riya belgeyên ku hatine bidestxistin derbarê Rêveberê di Partiya Yekîtî Kurdî li Sûriye PYKS û endamê berê yê Koalisyona hêzên opozisyona Sûriye Fûad elîko de, agahiyên nû yê ketina wî ya karê ku zerarê dighîne Bakur rojhilatê Sûriye de hatine eşkere kirin.

Di belgeyên ku agahiyên giring di derbarê Fûad Elîko de hatine bidestxistin, axaftina di navbera Fûad elîko û Rêveberê di Encumena ENKS ê de Azîz usman de heye. Di nava axaftinê herdu kesan de ku ji aliyê Ezîz usman ve tê gotin, ji aliyê Wezîrê Derve yê Birîtanya yê ji rêveberiya ENKS ê Ebdelhekîm beşar re mesacek hatiye şandin, ku di wê mesacê de perspektîv hene. 

Rêveberê bi navê Azîz usman naveroka perspektîvan eşkere dike, tê de guhertina navê Encumena ENKS ê her weha hin guhertinên bingehîn di şimaya ENKS ê û rêveberiya wê ya li Sûriye yên di asta jor de heye.

Ji aliyekî din ve jî Usman balê dikşîne ku mesaca Birîtanyayê ji hewildana nêzîkatiya ji hemû pêkhateyên civakî yên li Sûriye pêk dihat ku ew pêkhate di nava encumena ENKS ê de cih bigrin wekî projeya Rêveberiya xweser.

Azîz usman tekez dike ku ev agahî pêwîst dikir ku bi endamên ENKS ê û rêveberiya wê re bihata nîqaş kirin, lê ev pêk nehat ji ber ku di wê demê de Ebdelhekîm beşar daxwaza lidarxistina civînekê acil kir piştî ku Azîz usman bi qunsilê Tirkiye li herêma kurdistanê re civiya bû.

Di eynî axaftina ku hatiye kirin, Elîko dibêje ku tu agahdariya wî bi vê mijarê tune ye.

Axaftina di navbera herdu rêveberiya ENKS ê de nîşan dide ku control û mudaxeleya wezareta derve ya Birîtanya û Qunsilxaneya Tirkiye di siyaseta derve ya ENKS û karê wê de heye. Her weha diyar dibe ku navên veşartî yên serbazên istixbarata Birîtanya û Tikriye di cihên biryarê di nava ENKS ê de hene.

28.08.2019

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً