NAVEDNA NÛÇEYAN- Di riya belgeyên ku hatine bidestxistin derbarê Rêveberê di Partiya Yekîtî Kurdî li Sûriye PYKS û endamê berê yê Koalisyona hêzên opozisyona Sûriye Fûad elîko de, agahiyên nû yê ketina wî ya karê ku zerarê dighîne Bakur rojhilatê Sûriye de hatine eşkere kirin.
Rêveberê ENKS ê Fûad elîko ji kesê bi navê Bawer ku yek ji çavkaniyên wî ne, daxwaz dike ku agahiyan ji nava parêzgeha Hesekê kom bike, ev agahî dê li ser ciwanên herêma Dêrik û Tirbespiê bin da ku wan tevlî perwerdeyên li hindirê Tikriye bikin.
Di vê çarçoveyê de Elîko ji kesê bi navê Bawer daxwaz dike ku hejmarek ji ciwanan ji herdu heremên Dêrik û Tirbespiyê peyda bike da ku tevlî dewreyên perwerdeya (Ewlekariya agahiyan) bikin û li gorî axaftina Elîko dê ev perwerde 2 heyvan berdewam bike.
Elîko di nava axaftina xwe de eşkere dike ku ev dewre dê li heremên Entab û Mardîn werin dîtin ku hejmarek zêde ji xelkê Sûriye li wê deverê hene.
Ji aliyekî din ve Fûad Elîko daxwaz dike ku Bavê Bawer agahiyan derbarê çalakiyên terorî ku li herêmê pêk tên kom bike beriya ku ew çalakî pêk werin tevî dem û cihên wan taybet li herêma Hesekê, bê ku dateyên din ên derbarê van teqînan de ji çawanî û kirina wê de eşkere bike.
Hate dest nîşan kirin ku bi dehan ji kesayetên ku nav, adres û navendên wan hatine eşkere kirin li hemû heremên parêzgeha Hesekê belav dibin û ev kes wekî çavkaniyên agahiyan ji Fûad elîko re kar dikin.
30.08.2019
Rojev24