LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Li Stenbolê civîn û ENKS’ê serokatiya Rêveberiya heremî digre

Li Stenbolê civîn û ENKS’ê serokatiya Rêveberiya heremî digre

NAVENDA NÛÇEYAN-Çavkaniyên çapemenî yên bi ser Encumena Nişîtmanî Kurdî li Sûriye ENKS’ê eşkere kirin, ENKS’ê tevlî hikumeta demkî ya nû bi ser Tirkiye de ya bi navê “Hikumeta Demkî ya Sûriye” dibe, bi serokatiya Ebdelrehman mistefa Serokê berê yê Kolasyona hêzên opozisyonê.

Li gorî çavkaniyên çapemenî hate zanîn ku îro 31 Tebaxê, Desteya giştî ya kolasyona hêzên opozisyonê civîna xwe ya asayî li bajarê Stenbol ê Tirkiye lidardixe ku civîn roja Şemiyê û Yekşemê berdewam dike. Di civînê de nûnerên ENKS ê jî amade dibin.

Di daxuyaniya Endamê giştî yê Koalsyonê de Mihemed Welî, hate eşkere kirin ku di civîna li Stenbolê de amadekariya avakirina Hikumeteke demkî ya Sûriya tê kirin, Welî tekez kir ku ENK’ê jî di vê hikumetê de beşdar dibe. Welî her weha anî ziman ku dibe yek ji nûnerên ENKS’ê bi navê Kurdan tevlî vê hikumetê bibe.

Li gorî çavkaniyên ji nava encumena ENKS’ê, nûnerên ENKS’ê di nava vê hikumetê de di her alî de dê cih bigrin û ev yek li gorî daxwaza hin serbazên MÎT ê hatiye pêk anîn.

Hate zanîn ku endamê ENKS ê yê bi navê Mihemed sa’îd silêman ku ji hemwelatiyên Efrînê ye dê cihê Wezîrê Rêveberiya Heremî di nava Hikumeta Demekî ya nû de cih bigre.

31.08.2019

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً