NAVENDA NÛÇEYAN- Li gorî çavkaniyên herêmî ji Idlibê hate eşkere kirin ku komên çete yên girêdayî dewleta Tirk bi perspektîvên ji istixbarata MÎT ji heremên gundewarê Idlibê vekşiyane. Di civîna veşartî de ku hatibû plan kirin radestkirina Xan Şêxûn hate îmzekirin. Çavkanî dest nîşan kir k u civîn bi amadebûna fermandarên komên çete û endamên MÎT Tirk de li bajarê Selqîn yê bi ser bajarê Idlibê ve di 15 Tebaxê de hate lidarxistin.
Li gorî çavkaniyên herêmî ji Idlibê hate eşkere kirin ku komên çete yên girêdayî dewleta Tirk bi perspektîvên ji istixbarata MÎT ji heremên gundewarê Idlibê vekşiyane. Di civîna veşartî de ku hatibû plan kirin radestkirina Xan Şêxûn hate îmzekirin. Çavkanî dest nîşan kir ku civîn bi amadebûna fermandarên komên çete û endamên MÎT Tirk de li bajarê Selqîn yê bi ser bajarê Idlibê ve di 15 Tebaxê de hate lidarxistin.
Di civînê de hate lihevkirin ku heremên di bin serweriya komên çete de ji rêjîma Sûriye re werin vala kirin, ev plan ji aliyê fermandarekî Tirkstanî ku li wê heremê di nava şer de bû diyar kir, ev fermandar beriya vekşandinê vê agahdariyê bi xelkê bajar û gundên Idlibê re parve dike
Di heman çarçoveyê de û li gorî itîfaqa vekşandinê rêze civîn ji komên çete re ji aliyê dewleta Tirk ve hate lidarxistin, di 16 Tebaxê de jî istixbarat Tirk bi fermandarê komên çetan re civiyan, di civînê de berpirsê MÎT ji çeteyan re perspektîv didin ku xwe amade bikin da ku tevlî şerê li dijê rojhilatê firatê bibin.
Li gorî jêderekî taybet hate eşkere kirin ku hejmarek ji femandarên çeteyan ev plan itîfaq qebûl nekirine ji ber ku beramberî wê jî dê komên çete ji Idlibê vekşin û radestî rêjîma Sîriye bikin.
Di vê çarçoveyê de ji aliyê dewleta Tirk ve nerazîbûn li dijî komên çete de derket ji ber wê jî kordîna bicihbûna wan koman ji hevpeymana navdewletî re şand taybet cihê Ebû mihemed elcolanî fermandarê Heyet Tehrîr elŞam (Cebhet elnusra berê).
Piştî rêzecivînên ku ji komên çete re hate lidarxistin ji aliyê dewleta Tirk ve, bajarê Xan Şêxûn hate dorpêç kirin û di nava rojekê de di 20 Tebaxa 2019 an de kete bin serweriya milîsên bi ser rêjîma Sûriye de.
Hêjayî bi bîrxistinê ye ku armanca rêjîma Sûriye û Rûsya ew bû parçeyên ji dervey serweriya xwe bidest bixe, taybet riya navdewletî ya di navbera Şam û Helebê de ku di bajarê Idlibê re derbas dibe de. Ev rê wekî xeteke stratejîk ku bajarên giring ji bakurê Helebê hete Hema û Humsê bi hev girê dide heta ku dighêje parêzgeha Sûriya Şam û ber bi başûrê sînorê Urdinê ve diçe.
07.09.2019
Rojev24