NAVENDA NÛÇEYAN-Ji ber zext û binpêkirinên mirovî û rewşa awarte ya ku li Tirkiye ji aliyê Erdoagn ve hatiye ragihandin, bi sedan ji hemwelatiyên Tirkiye koçber dibin. Koçberiya hemwelatiyên Tirkiye ji sedî 130 di nava 3 salan de ber bi Siwêsra ve zêde bûye.
Hemwelatiyên Tirkiye ku rastî her cureyên zextê tên û azadiya wan hatiye kontrol kirin, mecbûr dimînin koçber bibin û berê xwe bidin welatên Ewropayê. Li gorî çavkaniyên herêmî hate eşkere kirin ku daxwazên derketina ji Tirkiye ber bi Siwêsra ve zêde bûye. Çavkaniyan diyar kirin ku ev ji ber operasyonên tundiyê û zextê ya sîstema Tirkiye û hikumeta desthiladar a Serokê wî welatî Recep Tayyip Erdogan e.
Rojnameyeke Siwêsra bi navê News Wresher eşkere kir ku welatê Siwêsra rêjeyek zêde ji daxwazên koêberiyê yên hemwleatiyên Tirkiye qeyd kiriye. Rojamneyê eşker kir ku ev rêje ji sedî 130 zêde bûye di nav 3 salan de. Ji aliyekî din ve hate eşkere kirin ku desthildariya Erdogan, kiryarên dij mirovî ji dema derbeya sala 2016 an de û heta niha zêde kiriye.
Ji aliyê xwe ve Berdevkê Wezareta Derve ya Siwêsra Bîêr alt eltşencer eşker kir ku rewşa li Tirkiye heta niha di bê dengeyê de ye û welatê wî ji rewşa Tirkiye ya binpêkirina mafê mirovan di metirsiyê de ye.
Hêjayî bi bîrxistinê ye ku Dewleta Tirk rewşa awarte li Tirkiye ragihandiye, yasa îbtal kiriye, bi dehan ji mamûrên saziyên hikumetê dûrî karê wan xistiye û bi hezaran ji kesên dijberî sîstema welat di girtîgehan girtiye.
16.09.2019
Rojev24