LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Parastina Tirkiye: Di Nîsanê de S400 dikeve xizmetê
Russian President Vladimir Putin and his Turkish counterpart Recep Tayyip Erdogan shake hands at the end of a joint press conference following their meeting at the Kremlin in Moscow, Russia, January 23, 2019. Aleksander Nemenov/Pool via REUTERS

Parastina Tirkiye: Di Nîsanê de S400 dikeve xizmetê

NAVENDA NÛÇEYAN-Dewleta Tirk di girtina parçeyên sîstema hewayî ya Rûsî S400 de cara duyemîn bi dawî kir, di demekê de ku ev mijar cihê nerzîbûnê ye ji aliyê Amerîkayê ve. Parastina Tirkiye, bikaranîna sîstemê di Nîsana sala 2020 an de eşker kir.

Duh di 15 Îlonê de ji aliyê Wezareta Parastinê ya Tirkiye ve daxuyanî hate dayîn derbarê girtina parçeyên sîstema S400 de. Di daxuyaniya Wezaretê de hate eşkere kirin ku cara duyemîn ji girtina parçeyên sîstemê bi dawî bûye. Her weha hate eşkere kirin ku dê di Nîsana sala 2020 de sîstem têkeve xizmetê.

Di demeke ku ev mijar cihê nerazîbûnê ye ji aliyê Amerîka de, ku nakokiyên di navbera Amerîka û Tirkiye de kurtir dike de, sizayên li ser Tirkiye ji Tîrmeha borî de û rawestandina endamtiya wê ya projeya F35 de, wekî bertek li hemberî girtina wê ya sîstema S400 de hate eşkere kirin.

Ji aliyekî din ve jî, Tikriye hevdîtinên xwe yên di vê derbarê de berdewam dike, li gorî hin raporên çapemenî hevpeyvînek di navbera berpirsên Tirkiye û Rûsyayê li Moskoyê encam da, li gorî hate eşkere kirin, di hevpeyvînê de girtina Tirkiye ya Sukhoi 57 de hate nîqaş kirin. Hate zanîn ku ev yek bermaberî Amerîka de bû ji ber redkirina wê ya girtina Tirkiye ya F35 de bû.

16.09.2019

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً