NAVENDA NÛÇEYAN-Endamê DAÎŞ’ê Casper Hansen ê ku di gelek qetlîaman de cih girtiye, diyar kir ku sê mehan li Tirkiyeyê tedawî bûye. Hansen got ku “Tu pirsgirêke me bi Tirkiyeyê re tune ye. Em dixwazin li wir werin darizandin û li wir bijîn.”
Yek ji kesê ku têkiliya di navbera dewleta Tirk û DAÎŞ’ê de eşkere dike jî hemwelatiyê Danîmarkayê Casper Hansen e yê ku li Baxozê hatibû girtin. Hansen dema ku li Danîmarkayê bûye li gelek şîrketên girîng xebitiye. Hansen ev serê 10 mehan e ku hatiye girtin û di gelek qetlîamên DAÎŞ’ê de cih girtiye. Hansen diyar kir ku ji ber birînên xwe ew 3 mehan li Tirkiyeyê hatiye tedawîkirin.
Bi eiya IHH tevlî bûme
Li girtîgeha ku di bin kontrola Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, Hansen (Ebû Majîd Danîmerkî) diyar dike ku di sala 2011’an de wî ola xwe guherandiye û li Danîmarkayê rêxistinên selefî nas kiriye. Hansen got ku “Di sala 2013’an de bi balefirê ez ji Kopenhagê hatim Hatayê. Bi rêya kesekî ji Danîmarkayê yê bi navê Ebû Îsa çûm gundekî nêzî Îdlîbê. Me bi hêsanî sînor derbas kir.Li wê derê min rayedarên ÎHH nas kir. Wan jî berê min dan rêxistina Ahrar elŞam. ÎHH di wê demê de têkiliya wê bi gelek rêxistinên cîhadîst hebû. Heta serê sala 2014’an de ez di nav Ahrar elŞam de mam û piştre tevlî nav DAÎŞ’ê bûm.
‘Rêxistina DAIŞ’ê ez şandim Tirkiye’
Piştî tevlêbûna li kampeke nêzî Hamayê bi qasî mehekê, em ketin perwerdehiyê û piştre em şandin qadên şer. Di serê 2014’an de ji pêyê xwe ez birîndar bûm û ez şandim Reqayê. Ji ber ku li Reqayê derfetên tedawiyê tunebû, DAÎŞ’ê ez birim Tirkiyeyê. Endamên DAÎŞ’ê ez anîm maleke ku DAÎŞ’yên birîndar lê tedawî dibûn. Ev mal wekî nexweşxaneyê bû. Di nava rojê de bijîşkên Tirk dihatin tedawiya me dikirin. 3 mehan ez tedawî bûm. Berpirsê malê Tirk bû û navê wî Ebû Bekir bû.” Hansen diyar kir ku sînorên dewleta Tirk ji DAÎŞ’ê re vekiriye û DAÎŞ gelek pêdiviyên xwe ji ser Tirkiyeyê bi dest dixe.
Bi zarokeke 14 salî re zewicîm
Hansan diyar kir, piştî tedawiya ji sê mehan a li Tirkiyeyê ber bi ElBabê ve hate şandin ku wê demê di kontrola DAÎŞ’ê de bû û got, piştî ku demekê li Bab û Minbicê ma careke din ber bi Reqayê ve hate şandin. Hansen got, dema li Babê bû bi zarokeke Sûriyeyî ya 14 salî re zewicî û zarokekî wî çêbû û ji bo pirsa “Tiştekî normal e ku bi zarokeke 14 salî re bizewice?” got, “Di 14 saliya xwe de nayê wê wateyê ku zarok e. Dema ez pê re zewicîm di wî temenî de bû lê niha 18 salî ye, ev gelekî normal e. Li welatên Ereban zewaca di vî temenî de gelekî normal e. Eger tu bi jinekê re di temenekî biçûk de bizewice wê demê de tu dikare wê li gorî xwe mezin bike, terbiye bike û wê bibe jineke li gorî te. Ji xwe dema zewicîm min pere da bavê hevsera xwe.”
‘Dixwazim li Tirkiye bim’
Hansen ku li Reqa, Meyadîn, Hecînê ma û herî dawî li Baxozê çetetiya DAÎŞ’ê kir û li wir hate girtin, yekane daxwaza wî ew e ku tevî hevser û kurê xwe li Tirkiyeyê be. Ji bo pirsa “Tu dixwaze li ku bê darizandin” Hansen got, “Ez û gelek endamên DAÎŞ’ê dixwazin li Tirkiyeyê bin, ji ber ku ti pirsgirêka Tirkiyeyê bi me re nîne. Min dixwest li welatê xwe Danîmarkayê bêm darizandin û bijîm, lê belê eger daxwaza min a sereke bê pirsîn, “dixwazim li Tirkiyeyê bêm darizandin û tevî malbata xwe li wir bim. Ya girîng ew e ku li ku derê cezayekî kêm bide min li wir bim. Ji ber wê yekê dixwazim li Tirkiyeyê bêm darizandin.”
07.11.2019
Rojev24